Li Almanyayê meşa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan

Li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê bi deh hezaran kes ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Li Almanyayê meşa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan
15 nîsan, 2023   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê û Platforma Saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixin. Gel di saetên serê sibê de ji herêmên cuda yên Almanya û Ewropayê hatin û li ber DGB-Hausê kom bûn.

Gelê Kurdistanê û dostên wan wê mîtîngê pêk bînin. Mîtîng wê li Rheînparkê bê lidarxistin. Di meşa ku ber bi qada mîtîngê ve dest pê kir de, pankarta bi zimanê almanî "Ji Ocalan re Azadî" hate vekirin. Di meşa ku jin li pêş cih digirin de pankartên “Free Ocalan” hatin hildan û dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Bê Serok Jiyan Nabe', 'Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav' hatin berzkirin.