CPT: Li Şêladizê  2 welatî di êrişa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da- HATE NÛKIRIN

CPTʹyê ragihand ku du welatiyên Şêladizê ku ji bo komkirina giyayan çûbûn herêmên çiyayî, di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk de hatin qetilkirin.

CPT: Li Şêladizê  2 welatî di êrişa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da- HATE NÛKIRIN
14 nîsan, 2023   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 3’yê Nîsana 2023’yan welatiyên bi navê Ehmed Hesen (35) ê xelkê gundê Sîte û Arif Omer (40) ê xelkê gundê Şabye ên ser bi Şêladizê ve, ji bo komkirina giyayan berê xwe dabûn çiyayê Dawidkê. Ji wê rojê ve aqûbeta her du welatiyan nediyar bû.

Îro cenazeyê her du welatiyên ku 11 roj bûn winda bibûn, li nêzî gundê Erdêl ya Şêladizê hatin dîtin.

Li gorî Rojnewsʹê, Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê (CPT) ragihand ku Arif Omer (50) û Ehmed Hesen (35) ên xelkê Şêladizê roja 3’ê Nîsanê ji bo komkirina giyayên biharê û debara jiyana xwe çûne Çiyayê Şîrîn a gundê Erdelê.

Her wiha ragihand ku her du welatiyên sivîl di encama bombebarana dewleta Tirk de, di şikefteke li çiya de jiyana xwe ji dest dane.

CPT’yê herî dawî destnîşan kir ku malbat û kesûkarên her du welatiyan 11 roj bûn li wan digeriyan heta vê sibehê cenazeyê wan her duyan dîtin.