Li Hema û Idilbê 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Di encama şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li Hema û Idilbê 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
14 nîsan, 2023   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên ʹFetih El Mubînʹ êrişî hêzên hikumeta Şamê yên li eniya Sermaniya ya rojavayê Hemayê kirin û di encamê de şerekî dijwar di navbera her du aliyan de der ket. Di şer de çekên giran û yên navîn hatin bikaranîn.

SOHRʹê ragihand ku di şer de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li eniya Moxis ê gundewarê başûr ê Idlibê jî, çeteyekî heman komê êrişeke suîqastê li dijî hêzên hikumta Şamê pêk anî. Di encama êrişê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û yek din jî bi giranî birîndar bûn.

(bb)