Rojnamevan Dîlan Akyol hate destgîrkirin

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Dîlan Akyol li navçeya Mûratpaşa ya Antalyayê dema ku ji mala xwe derket ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin.

Rojnamevan Dîlan Akyol hate destgîrkirin
14 nîsan, 2023   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Dîlan Akyol dema ku ji mala xwe ya li taxa Bûrhanettîn Onat derket hate destgîrkirin.

Li ser hinceta destgîrkirina Akyol agahî nehatin dayin. Akyol birin Şaxê TEM'ê yê Midûriyeta Emniyeta Antalyayê.