​​​​​​​Li herêmên hikumeta Şamê rewşa tenduristiyê

Xizmetên tenduristiyê li Sûriyeyê pir lawaz in. Hem kadroyên tenduristiyê kêm in, hem jî çavdêrî tune ye û gendelî berbelav e. Ev jî li herêmên hikumeta Şamê jiyana nexweşan dixe xetereyê.

​​​​​​​Li herêmên hikumeta Şamê rewşa tenduristiyê
14 nîsan, 2023   03:32
ŞAM - EŞTAR EBDULFETAH

Di salên aloziya Sûriyeyê de qada tenduristiyê li Sûriyeyê pir bi paş ket. Bi sedan navendên tenduristiyê hatin rûxandin, her wiha gelek bijîşkan jiyana xwe ji dest da û gelek jî koçber bûn.

Ji lew re, li piraniya navendên tenduristiyê zirarên mezin dîtin. Ji ber lêçûna zêde ya nexweşxaneyan, gelek kes êdî nikarin mafê lênêrîna tenduristiyê bi kar bînin, hin malbat jî ji bo ku biçin nexweşxaneyan neçar dimînin ku ji bajarekî biçin bajarekî din, ev yek jî mesrefeke zêde ye. Nexasim ji bo malbatên xizan.

Lêkolînerê Navenda Lêkolînên Siyasetê ya Sûriyeyê Rebî Nesir têkildarî mijarê dibêje: “Ji ber nebûna xizmetên tenduristiyê û dermanên pêwîst, bi taybet dermanên nexweşiyên giran, 70 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Rêjeya mirinên neyekser dê di siberojê de zêdetir bibe."

Li paytexta Sûriyeyê Şamê 14 nexweşxaneyên hikumetê hene. Muctehid, Ibn Nefîs, Hîlal Ehmer, Zehrawî, Nexweşxaneya Çav, Nexweşxaneya Basil a dil girêdayî Wezareta Tenduristiyê, 5 nexweşxane; Miwasat, El Esed, Bêrûnî, Zarokan, Dar Tewlîd jî girêdayî Wezareta Bilind a Fêrkirinê ne, her wiha nexweşxaneyên Tişrîn û Yûsif El Ezma 601 û nexweşxaneyeke polîsan hene.

Ev hejmara nayê wateya ku hemû nexweş tên pêşwazîkirin. Ji lew re, bi taybet ji bo xizanên ku nikarin mesrefa zêde ya nexweşxaneyên taybet bidin, rojane alozî derdikeve.

Heta niha gelek kesan ji ber şaşiyên tibî canê xwe ji dest daye. Bo nimûne, beriya çend mehan ji ber heman sedemê ciwanekî 20 salî li Nexweşxaneya El Xezalî jiyana xwe ji dest dabû.

KOÇBERIYA KADROYÊN TENDURISTIYÊ

Koçberiya kadroyên tenduristiyê, nebûna çavdêriyê, belavbûna gendeliyê û ne zelalbûna daneyên tibî jî ji sedemên xirabbûna rewşa tenduristiyê ya li Sûriyeyê ne.

Gelek sedemên kêmbûna hejmara bijîşkan hene, mîna şert û mercên aborî yên xirab, kêmbûna mûçeyan, zexta kar li nexweşxaneyên hikumetê, nobetên bi saetên dirêj ên xebatkaran.

Xwendekarekî dibistana hemşîretiyê ya Şamê T.Y. dibêje: “Mûçe ji 80 hezarî dest pê dikin. Ev jî têra pêdiviyên jiyanê nakin. Ji lew re, ez û komeke hevalên xwe, hin beşên din bi rêya online dixwînin, hem ji bo ku barê jiyanê sivik bikin, hem jî ji bo kuk leşkeriyê taloq bikin. Lê sal bi sal şert û mercên xwendinê zehmettir dibin. Rewşa tenduristiyê xirab e, di rewşên şewb û karesatan de jiyana me dikeve xetereyê.”

Li gorî rojnameyeke Almanyayê, Sendîkaya Bijîşkan a Almanyayê daxuyand ku piraniya bijîşkên biyanî yên li Almanyayê ji Sûriyeyê hatine û li Almanyayê zêdetirî 5 hezar bijîşkên sûriyeyî hene.

(c)

ANHA