Li beravên Tûnisê cenazeyên 14 koçberên din hatin dîtin

Li Tûnisê keştiyek noqî avê bû û cenazeyên 14 koçberên din ên Afrîkî hatin dîtin. Hejmara qurbaniyan derket 24’an.

Li beravên Tûnisê cenazeyên 14 koçberên din hatin dîtin
13 nîsan, 2023   17:52
NAVENDA NÛÇEYAN 

Yekîneyên ewlehiyê yên beravên Tûnisê duh diyarkiribûn ku cenazeyên 10 welatiyên Afrîkaya li beravên Safakesê hatine dîtin û 76 kesên din hatin xilaskirin.

Keştiya ku koçber tê de bûn, sêşemê li beravên Safakesê noqî avê bûbû.

Li gorî daxuyaniya nû, cenazeyên 6 jê jin 14 koçberan û kaptanê keştiyê hatine dîtin.

Di Adarê de nêzî 5 keştiyên koçberan li beravên başûrê Safakesê noqî avê bûne.

(şx)