Wezareta Derve ya Rûsyayê hişyarî da

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Alexander Grushko hişyarî da ku metirsiya pevçûna di navbera Rûsya û NATO`yê de zêde dibe.

Wezareta Derve ya Rûsyayê hişyarî da
13 nîsan, 2023   18:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Grushko di civîneke çapemeniyê de li gel rojnameya Izvestia ya rûsî got metirsiya pevçûna rasterast di navbera welatê wî û NATO`yê de zêde dibe û rewşa herêma Baltîq a ku bi saya NATO`yê piştî ku herêmeke ewle bû, veguherî herêmeke hevrikiya leşkerî, li ser van metirsiyan mînak e.

Grushko diyar kir ku ji bo aramkirina rewşa li Baltiqê Rûsya gelek pêşniyar, pêşkêş kiriye. Lê NATO`yê, pêşniyarên Rûsyayê di ber çavan re derbas nekiriye û got tevlêbûna Fînlandayê di NATO`yê de metirsiyên pevçûnê zêdetir kir.

Berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov demeke berê ragihand ku ji ber firehbûna NATO`yê, Moskov neçar e ku tedbîran bigire da ku ewlehiya xwe biparêze.

(şx)