​​​​​​​IOM: Ji destpêka salê ve zêdetirî 400 penaber noq bûn

Rêxistina Penaberiyê ya Navneteweyî eşkere kir ku ji destpêka îsal ve di Deryaya Spî de zêdetirî 400 penaber noq bûn.

​​​​​​​IOM: Ji destpêka salê ve zêdetirî 400 penaber noq bûn
13 nîsan, 2023   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Penaberiyê ya Navneteweyî (IOM) ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku di rêya penaberiyê ya li Deryaya Spî de di navbera Çile û Adarê de nêzî 411 koçberan jiyana xwe ji dest daye.

Gerînendeyê rêxistinê Antonio Vitorino got krîza mirovî ya domdar a li Deryaya Spî giran e û divê dewlet xebatên lêgerîn û rizgarkirinê zêde bikin.

PENABERIYA BER BI EWROPAYÊ VE ZÊDE DIBE

Ajansa Ewropayê ya Nobetdariya Sînor û Beravan (Frontex) jî diyar kiribû ku di destpêka îsal de 54 rewşên derbasbûna derqanûnî ber bi Yekitiya Ewropayê ve hatin tomarkirin. Li gorî hejmara 2022′yan ev yek zêdetir e.

Her wiha pasdarên beravê yên Tunisê diyar kir ku li beravên parêzgeha Sefaqisê 10 cenazeyên penaberên ji dewletên Afrîkayê hatine derxistin.

Berdevkê pasdarên beravên Tunisê Husamedîn El Cebalî ji AFP′ê re got piştî keştiya roja sêşemê noq bûye, nêzî 72 koçber hatine rizgarkirin û 10 cenaze hatine derxistin.

(fr)