Mexdûrên erdhejê: Dorpêç êşên me zêdetir dike

Mexdûrên erhejê yên li Şehbayê da zanîn ku ruxmî derfetên kêm, Rêveberiya Xweser cih û pêdiviyên bingehîn peyda kirin, lê dorpêça hikumeta Şamê êşan zêdetir dike.

Mexdûrên erdhejê: Dorpêç êşên me zêdetir dike
12 nîsan, 2023   01:47
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Di Kampa Serdem a li navçeya Ehdas a Şehbayê de zêdetirî 700 malbatên ji koçberên Efrînê, 85 malbatên ji Helebê û hin malbatên ji gundwarên Şehbayê ku zirar ji ber erdheja 6′ê Sibatê dîtine, hene.

Rêveberiya Xweser a kantona Efrîn û Şehbayê bi koordînaya Heyva Sor a Kurd hin alîkarî li wan belav kirin, Kampa Serdemê fireh kir û plana vedana 300 konan danî. Lê dorpêça li ser kantonê nehişt ev plan bi ser bikeve. Her wiha nebûna pêdiviyên malê, madeyên sotemeniyê mîna mazot û gazê astengiyeke mezin ji malbatan re çêkir.

Bendên kontrolê yên Firqeya 4′an a hikumeta Şamê dorpêç li ser kantona Şehbayê ferz kir, nahêle madeyên bingehîn derbasî herêmê bin, bi taybet mazot. Ji ber ku mazot roleke bingehîn di tevahî aliyên jiyanê de dilîze; mîna kehrebe û bîrên avê.

Desteya Şaredariya a kantona Efrîn û Şehbayê seatên pêxistina jenetorên kehrebê ji 4 saetan daxist 2 saetan. Her wiha desteyê hişyarî da, ger mazot derbasî herêmê nebe, dibe kehrebe bi temamî were qutkirin.

Welatiya bi navê Kîbar Mamo yak u ji taxa Şêxmeqsûd e li kampa Serdemê bi cih bûye wiha got: "Piştî mala me ji ber erdhejê wêran bû, me berê xwe da kampa Serdemê. Da ku rêveberiya kampê konek ji min û kurê min re peyda bike."

Kîbar wiha domand: "Piştî me kon wergirt, rêveberiya kampê û Hevya Sor a Kurd gelek pêdiviyên bingehîn; betanî, isfinc, amûrên xwaringehê, xurdemenî belav kirin."

Kîbar wiha pê de çû: "Me ji rêveberiya kampê xwest ku konekê ji kurê min re jî peyda bike, ji ber ku kona me têra me nake. Em 6 ferd in. lê rêveberiyê got, ji ber ku kon kêm in û ji ber dorpêça nayên derbaskirin, ew nikarin konê vedin."

Kîbarê di dawiyê de bang kir ku dorpêça li ser koçberên Efrînê yên li malên berwêranirî û kampan de were bidawîkirin.

Koçber Mihemed Seydo jî wiha got: "Piştî em hatin kampa Serdemê, rêveberiyê kon ji me re peyda kir. Lê rêveberiyê ji ber dorpêçê nikarî mazot belav bikira."

Seydo wiha domand: "Gelek bandorên dorpêçê hene; kêmkirina saetên pêxistina jenetoran ji 4 saetan bû 2 û biha jî pir bilind in."

Seydo di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî kir ku dawî li vê dorpêça li dijî Şehbayê bînin û derbaskirina made û dermanan ji herêmê re hêsan bikin.

(fr)

ANHA