​​​​​​​'Êrişa li Silêmaniyê dê bandorê li helwesta me ya li hember Rojava neke'

Şêwirmendê ragihandinê yê YNK`ê Burhan Şêx Raûf diyar kir ku êrişa dewleta Tirk li dijî balafirgeha Silêmaniyê, binpêkirina serweriya Iraqê û Başûrê Kurdistanê ye û anî ziman dê êrişên dewleta Tirk bandorê li piştevaniya wan a ji bo Rojavayê Kurdistanê neke.

​​​​​​​'Êrişa li Silêmaniyê dê bandorê li helwesta me ya li hember Rojava neke'
12 nîsan, 2023   00:42
NAVENDA NÛÇEYAN-CÛDÎ ÎSMAÎL

Di 7`ê Nîsanê de Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ji aliyê balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker ve rastî êrişê hat. Li gorî berdevkê CENTCOM`ê, êriş dema ku karwanê ku fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û efserên amerîkî tê de bûn, derbas dibû, pêk hatiye û di encamê de tu ziyanên canî çênebûne.

Çend roj beriya êrişê dewleta Tirk a dagirker ragihandibû ku qada xwe ya hewayî li pêşiya balafirên ji û ber bi Silêmaniyê ve digire. Çavdêran diyar kir ku êriş yek ji armancên Enqereyê yên ji pişt wê biryarê ye.

Li hember êrişê balafirgeha Silêmaniyê ji aliyê partî û hêzên iraqî û kurdî gelek bertek derketin. Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî êriş wek “komployeke îstixbaratê ya ku berê plana wê ji aliyê hêzên hundirîn û derve ve hatiye kirin” bi nav kir.

‘BINPÊKIRINA SERWERIYA IRAQÊ Û HERÊMA KURDISTANÊ YE’

Şêwirmendê Ragihandinê yê YNK`ê Burhan Şêx Raûf têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: “Êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê binpêkirina serweriya Iraqê û Herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku Iraq dewletek serbixwe û endama Neteweyên Yekbûyî ye. Di heman demê de balafirgeha Silêmaniyê, balafirgehek fermi ya sivîl ya bajar û parêzegehek Iraqê û Herêma Kurdistanê ye û mafê dewleta Tirk nîn e ku diyar bike dê kî biçe û were Silêmaniyê, ji lew re ew destwerdana li kar û barên hundirîn ên Iraqê ye.”

Raûf anî ziman ku êriş destdirêjî û rêznegirtina li hember têkiliyên cîrantiyê yên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ye û got: “Têkiliyên her du aliyan ên aborî û bazirganiyê yên mezin bi pereyên zêde yên digihêjin 20 milyon doldarî hene. Ji ber wê yekê, pêwîst e Tirkiye rêzê li hember serweriya Iraqê û iraqiyan bigire û destdirêjiyê lê neke.”

‘PDK`Ê ÊRIŞ REWA KIR’

Raûf têkildarî helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li hember êrişê got: “PDK êriş şermezar kir, lê bi rengekî ku Tirkiyeyê razî bike. Wê ji bo êrişa Tirkiyeyê ya li dijî balafirgeha Silêmaniyê sedem nîşan dan û da diyarkirin ku mafê Tirkiyeyê heye li bajar û balafirgeha Silêmaniyê bide. Ev yek li ser zimanê berdevkê hikumeta Hewlêrê ya têkildarî êrişê hat îfadekirin.”

Raûf destnîşan kir ku wek YNK ew daxuyaniya PDK`ê red dikin û wiha dom kir: “Me berê jî got, ew hikumeta Herêma Kurdistanê temsîl nakin. Em nîvê hikumetê temsîl dikin. Ji ber nakokiyên kûr ên bi PDK`ê re, cîgirê serokwezîr, blokên wezaretê û YNK`ê beriya çend mehan rûniştinên Meclisa Wezîran a Herêma Kurdistanê boykot kirin.”

‘ROLA QSD DI TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ DE BI RÛMET E’

Raûf anî ziman ku pêkhatina êrişê di dema derbasbûna karwanê birêz Mazlûm Kobanê de, peyamek ji bo fermandarê QSD`ê û YNK`ê ye. Raûf got: “Karê ku fermandar Mazlûm Kobanê û YNK`ê li dijî zulma DAIŞ`ê dikin û têkoşîna li dijî teror û tundrawiyê li herêmê, qanûnî, destûrî û bi agahiya Koalîsyona Navneteweyî ye. Ji berk u herdu hêz endamên vê koalîsyona enternasyonal û navneteweyî ya li dijî terorê ne û di salên derbasbûyî de rolek bi rûmet lîstin. Ev jî ne tiştekî derveyî qanûnê û peymanên navneteweyî ye. Her kes dizane ku QSD û Pêşmergeyan di têkoşîna li dijî terorê de girîngtirîn hêzên beşdar bûn, bi taybet QSD li Sûriyeyê ku bajarê Reqayê (paytexta dewleta îsalmê) rizgar kir, xîlafet li Sûriye û Iraqê li ser destê pêşmergeyan hat têkbirin. Ev cihê serbilindiyê, ne cihê şermezarkirin û tirsê ye.”

‘DÊ ÊRIŞ BANDORÊ LI PIŞTGIRIYA ME JI BO ROJAVA NEKE’

Raûf di dewama nirxandina xwe de diyar kir ku êrişa Tirkiyeyê tê gelek wateyan û pir nîşaneyan bi xwe re tîne û wiha dewam kir: “Silêmaniyê bajarê fedakariyê ye, di serhildana li dijî dîktatorî û zulmê û di pêşengtiya têkoşîna neteweyî ya kurdî ya li ser asta Kurdistanê de xwedî dîrokek dirêj e. Destdirêjiya li Silêmaniyê, destdirêjiya li tevahî Kurdan û bajarên Kurdistanê yên li çar parçeyan e. Ev sûc û êriş dê bandore li performansa Silêmaniyê, rêveberiyên wê û partiyên têkoşer ên li wir ji bo piştgirîdayîna doza adil a Rojavayê Kurdistanê, bandorê neke.”

Raûf bi bîr xist ku YNK di piştgirîdayîna partî û hêzên Kurdistanî û parçeyên Kurdistanê de xwedî dîrokek dirêj e û got: “YNK xwe wekî nûnerê tevahî Kurdên Iraqê dihesibîne, zextên Tirkiyeyê û yên tu hêzên din dê bandorê nekin. YNK dê xeta xwe ya neteweyî ya ku serok Mam Celal bi dîroka xwe ya dirêj û birûmet xêz kiriye, berdewam bike.”

Raûf bal kişand ser xeteriya dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û Rojhilata Navîn û got: “Xeteriya Tirkiyeyê li ser herêmê û Iraqê ji her kesî ve diyar e. Bi taybet piştî 2010`an û Bihara Ereban partiya AKP`ê û Erdogan dest li hemû pirsgirêkên herêmê werda, ji Bakurê Afrîkayê bigire heta Sûriye, Iraq û welatên din. Çavnebariyên wê di vê dewletê de hene û dixwaze împeratoriya Osmanî vegerîne. Tê zanîn ku pêvajoya Osmaniyan ji ya Erdogan çêtir bû, wê demê îmarateke kurdî ya serbixwe hebû, lê Tirkiyeya nû nahêle ku Kurd bi zimanê xwe yê dayikê jî biaxivin. Osmaniyên nû ji dewleta kevn a Osmaniyan zêdetir dijberiya Kurdan dike.”

Şêwirmendê Ragihandinê yê YNK`ê Burhan Şêx Raûf diyar kir ku divê hikumeta Iraqê, di astên bilind de wekî Wezareta Karên Derve û Wezareta Parastinê tedbîrên qanûnî, siyasî û dîplomatîk bigire da ku pêşî li vê dijminahî û êrişa hovane ya Tirkiyeyê ya li dijî serweriya Iraqê û bajarê Silêmaniyê bigire û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bo vê yekê, divê di hemû astan de tedbîrên bi lez û girîng bên girtin, hemû rê di qada navneteweyî de bên bikaranîn.”

(c)

ANHA