​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-4-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-4-2023
11 nîsan, 2023   23:00

2 welatiyên ku li Heleb û Lubnanê Rêber Abdullah Ocalan dîtine destnîşan kirin ku divê Rêber Abdullah Ocalan li derveyî zindanê be ji ber ku kilîtên çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên Rojhilata Navîn di destê wî de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêwirmendê ragihandinê yê YNK`ê Burhan Şêx Raûf diyar kir ku êrişa dewleta Tirk li dijî balafirgeha Silêmaniyê, binpêkirina serweriya Iraqê û Başûrê Kurdistanê ye û anî ziman dê êrişên dewleta Tirk bandorê li piştevaniya wan a ji bo Rojavayê Kurdistanê neke. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mexdûrên erhejê yên li Şehbayê da zanîn ku ruxmî derfetên kêm, Rêveberiya Xweser cih û pêdiviyên bingehîn peyda kirin, lê dorpêça hikumeta Şamê êşan zêdetir dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Radyoya Dengê Cûdî ku yekem radyoya Şoreşa Rojava ye û 6 sal bûn ji ber pirsgirêkên teknîkî weşana wê sekinî bû, ji nû ve dengê xwe digihîne civakê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên Efrînê yên dorpêçkirî meha Remezanê di nava şert û mercên zehmet de derbas dikin. Koçber dixwazin rê bên vekirin û madeyên sereke yên jiyanê bikevin herêmê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê xwepêşandanekê li dar dixin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Dêrik tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Dîcle Hisên Omer a li gundê Siweydiyê yê herêma Koçerat dibin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê merasîmeke xiyabî ji bo gerîlayê HPG`ê Fuad Isamîl (Amed Dêrsim) li Qada Şehîdan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar dixe saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA