Hewldanên vegerandina Sûriyeyê li nav civata Ereban rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa hewldanên welatên Kendavê û yên Ereban ên vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî û hişyariyên Îsraîlê yên têkildarî rûdana şer kir.

Hewldanên vegerandina Sûriyeyê li nav civata Ereban rojeva rojnameyên erebî ye
12 nîsan, 2023   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb di hejmara xwe ya îro de wiha nivîsand: "Erebistana Siûdî û Qeter naxwazin li hember vegera Sûriyeyê li Komkara Ereban bisekinin, ku ev mijar ji ber guhartinên herêmî û navneteweyî bû rewşeke defakto. Lê ew her du alî dixwazin erêkirineke giştî ya welatên Kendavê û yên Ereban li ser vê vegerê çêbe. Tê çaverêkirin ku ev erêkirin di civîna wezaretê ya Kendavê ya bê de pêk were.

Dewhayê roja sêşemê ragihand ku Sekreteriya Giştî ya Meclisa Hevkariyê ya Kendavê ew vexwendiye civîna ku dê roja înê li bajarê Cide yê Siûdiyê bê lidraxistin. Tê payîn ku di wê civînê de vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî bê nîqaşkirin.

Siûdiyê ji bo vegerandina têkiliyên xwe yên bi Şamê re berê hewl da hin gavan biavêje, lê ji ber bandorên destwerdana wê li şerê Sûriyeyê bi taybet li cem sûriyeyiyan û rejîmê, hîna dudilî li ser helwesta wê serwer e. Her wiha wê mîna cîranên xwe yên Kendavê ji bo nêzîkbûna bi Beşar Esed re amadekarî nekirin.

Çavdêran diyar kir ku armanca beşdariya Dewhayê di civîna wezîran de, garantiya vegera Esed di bin sîwana “erêkirina welatên Kendavê”de ye, ku ev yek dê Siûdiyê li hember muxalifên Sûriyeyê yên ku salên dirêj pişta xwe bi Siûdiyê germ kirin, nexe nava rewşeke şermê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macid El Ensarî daxuyand ku armanca sereke ya civîna şêwirê ku dê welatên Kendavê, Misir, Urdin û Iraq jî beşdar bibin, nîqaşkirina rewşa Sûriyeyê ye.”

‘ÎSTIXBARATA LEŞKERÎ YA ÎSRAÎLÊ: ÎHTIMAL HEYE DI NAVA SALEKÊ DE ŞER DERKEVE’

Rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: “Şaxê îstixbarata leşkerî ya artêşa Îsraîlê (Aman) hin pêşdîtin parve kirin. Li gorî wan, îhtimala ku ku îsal şerek derkeve, di mehên dawîn de zêdetir bûye.

Li gorî rapora Amanê, ne şert e ku fermandarên Îran, Hizbullah û Hemasê bi awayekî yekser bi Îsraîlê re bikevin şer, lê belê tê dîtin ku ew pêngav û operasyonên leşkerî yên ku berê pêk neanîne û dibe ku bibe sedema şerekî li herêmê, li dar dixin. Ew hîs dikin ku xwepêşandanên rojane yên bi beşdariya bi sed hezaran kesî û nakokiyên bi filîstîniyan re, bi taybet bûyerên li Mizgefta El Eqsa, her wiha nakokiyên bi rêveberiya Amerîkayê re, hemû nîşan didin ku Îsraîl pir qels bûye û zirargihandina wê hêsan bûye, ji lew re ji Lubnan, Sûriye û Xezayê moşekên ku bandora wan sînordar e, avêtin.

Di heman raporê de ku duh hate belavkirin, tê gotin sînorên sebrê hene, heke operasyonên leşkerî zêdetir bûn dê bersivdayîn tund be. Dibe ku bibe sedema kûrbûna nakokiyan û derketina şer. Îhtimalên rûdana şer ne mezin in, ji ber ku tu kes vî şerî naxwaze, lê belê ji ber aloziya hundirîn a Îsraîlê derfetên derxistina şer mezintir in.”

(fr/c)