​​​​​​​Şêniyên Til Hemîsê tecrîd şermezar kir

Şêniyên Til Hemîsê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin.

​​​​​​​Şêniyên Til Hemîsê tecrîd şermezar kir
11 nîsan, 2023   15:37
QAMIŞLO

Meclisa Navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo bi meşekê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir

Meşê ji Çerxerêya Niyabê ya li naverasta bajêr dest pê kir. Di meşê de şêniyên Til Hemîsê û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, PYD′ê, endamên Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.

Meş li kolanên navçeyê tevî dirûşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê geriya.

Li têketina bakurê Til Hemîsê meş vegerî mîtîngê. Li wir endamê rêveber ê PYD′ê ya Til Hemîs Heyal El Xiwêr axivî û metoda Rêber Abdullah Ocalan û rola wî di rêxistinkirina civakê de pîroz kir û wiha got: "Felsefeya neteweya demokratîk ronahiya gelan e."

El Xiwêr wiha domand: "Em ê li ser metoda neteweya demokratîk bimeşin. Ji ber ku pêkhate kirin yek û çeteyên DAIŞ′ê têk bir."

Li aliyekî din jî endama Meclisa Navçeya Til Hemîsê Belqîs Ebdullah helwesta CPT′yê, komîteyên têkildarî, rêxistinên navneteweyî û bêdengiya wan a têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan rexne kir. Belqîs bang li şêniyan kir ku têkoşînê bilind bikin da ku tevahî komployên jinûve li dijî Rêber Ocalan tên kirin, têk bibin.

(fr)

ANHA