Li Eyn Îsa û Hesekê yadê Uweyş hate bibîranîn

Jinan li navçeya Eyn Îsa û koçberên kantona Girê Spî û Hesekê dayîka Uweyş bi bîr anîn.

Li Eyn Îsa û Hesekê yadê Uweyş hate bibîranîn
Li Eyn Îsa û Hesekê yadê Uweyş hate bibîranîn
Li Eyn Îsa û Hesekê yadê Uweyş hate bibîranîn
Li Eyn Îsa û Hesekê yadê Uweyş hate bibîranîn
Li Eyn Îsa û Hesekê yadê Uweyş hate bibîranîn
11 nîsan, 2023   16:13
 NAVENDA NÛÇEYAN

Bi wesîleya 30`emîn salvegera wefata dayîka Rêber Abdullah Ocalan yadê Uweyş Kongra Star a navçeya Eyn Îsayê, bajarê Hesekê du semîner li dar xist. B

Li navçeya Eyn Îsayê endama rêveberiya Kongra Star Ruqeye Mihemed semîner bi rêve bir û behsa kesayeta yadê Uweyş kir ku xwedî kesayeteke xurt e, rêgezên azadiyê di zarokên xwe de çandin û li hember zulmê bêdeng nema.

Ruqeye destnîşan kir ku yadê Uweyş dayîka hemû gelên azad in ku li ser şopa fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in.

Di dawiya semînerê de beşdaran “Bijî jina azad, bijî berxwedana jinan” berz kirin.

HESEKÊ

Li Hesekê di heman çarçoveyê de Kongra Star li navenda xwe ya li taxa El Nasre ya Hesekê semînerek li dar xist. Bi dehan endamên kongrayê tev lê bûn.

Di semînerê de endama rêveberiya Kongra Star Gulîşan Elî axivî û yadê Uweyş bi bîr anî û got ew pê serbilind in ku kesayetekî wisa da mirovahiyê ku têkoşîna rizgariyê li Kurdistanê û cîhanê birêve bir.

Gulîşan destnîşan kir ku yadê Uweyş ji bo hemû jinên têkoşer, mînak e ku di zarokên xwe de hezkirina welêt, ax û parastina wê çand.

Di dawiya semînerê de beşdaran berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna jinên azad silav kir.

(dm/şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P3qmNThQy_4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>