Li Amarayê merasîma bîranînê ya dayika Uweyş

Dayika Rêber Abdullah Ocalan Uweyş Ocalan di salvegera 30’emîn a wefata xwe de li Amarayê li ser gora xwe hat bibîranîn.

Li Amarayê merasîma bîranînê ya dayika Uweyş
11 nîsan, 2023   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo dayika Rêber Abdullah Ocalan Uweyş Ocalan li goristana Taxa Amara ya navçeya Xelfetî ya Rihayê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Xizmên Uweyş Ocalan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Xelfetiyê û Dayikên Aştiyê beşdarî bîranînê bûn.

Hevseroka HDP'ê ya navçeya Xalfetî Fatma Korkûz axaftineke kurt kir û got, "Dayik bi serê xwe dîrokek e. Wê Abdullah Ocalan anî dinyayê û bû wesîleya afirandina têkoşîna gelê Kurd.”

Piştî axaftinê jinan qurnefîl danîn ser gorê.