Dayika Uweyş li Helebê hat bibîranîn

Dayika Uweyş li Helebê hat bibîranîn. Di bîranînê de hate gotin, divê her dayikek di perwerdekirina zarokên xwe de xeta yadê Uweyş esas bigire.

Dayika Uweyş li Helebê hat bibîranîn
11 nîsan, 2023   11:34
HELEB

Bi wesîleya salvegera 30ʹemîn a wefata dayika Rêber Abdullah Ocalan yadê Uweyş, Kongra Star a Helebê civînek li dar xist.

Civîn bi beşdarbûna bi dehan şêniyan li hola civînan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê hat lidarxistin. Di civînê de sînevîzyonek têkildarî dayê Uweyş hat temaşekirin.

Piştre ji rêveberên Kongra Star Sebîha Efrîn axivî û got, yadê Uweyş wateya rasteqîn a dayikatiyê nîşan da û bi awayekî durist pêk anî.

Sebîha Efrîn bal kişand ser xwedîderketina Rêber Abdullah Ocalan a li keda dayika xwe  û anî ziman ku bi saya vê keda Abdullah Ocalan gihişt asta rêveberiyê û di nirxandinên xwe de girîngiyeke mezin dide azadiya jinan.

Sebîha Efrîn di dawiya axaftina xwe de got, divê nêzîkatiyên herî dayikekê ya li hemberî şoreş, xak û çanda xwe mîna nêzîkatiyên yadê Uweyş bin.

(bb)

ANHA