​​​​​​​Li Şehbayê seatên xebitandina bîran hat kêmkirin

Desteya Şaredariyê ya kantona Efrîn û Şehbayê seatên xebitandina bîran kêm kirk u ava vexwarinê ji kantonê re peyda dikin. 

​​​​​​​Li Şehbayê seatên xebitandina bîran hat kêmkirin
11 nîsan, 2023   04:37
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Hevseroka Desteya Şaredariyan a Efrîn û Şehbayê Rîhab Cibo eşkere kir ku wan seatên xebitandina bîran ji 10 seatan heta 8 seatan, kêm kir.

Beriya wê jî di 8'ê Nîsanê de li Şehbayê seatên vêxistina jeneretorên kehrebê kêm hatin kirin. Li şûna 4 saet kehrebe niha tenê 2 saet kehrebe li kantonê heye.

Rîhab der barê mijarê de got: “Ji ber ku mazot derbasî kantonê nabe û ji bo ku mazota depokirî ya ku niha em xerc dikin, xilas nebe me saetên xebitandina jeneretorên kehrebeyê (ampîr) kêm kir ku berê 4 saet bûn niha bûn 2 saet.”

Rîhab wiha domand: “Pê ve girêdayî ye, me saetên xebitandina bîran jî kêm kir. Ji ber ku heke mazot derbasî herêmê nebe, wê dawiyê hemû jenerator rawestin.”

Hikumeta Şamê ji destpêka dagirkirina Efrîn ve di sala 2018'an de, kantona Şehbayê dorpêç kiriye û nahêle ku madeyên bingehîn, sotemenî û derman bikeve herêmê.

Rîhab dorpêça ku hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye, şermezar kir û got: “Hikumeta Şamê hewl dide ku bi vê awayî vîna gelê li Şehbayê bişkîne.”

Rîhab bang li aliyên peywendîdar kir ku dorpêça li ser Şehbayê bi lez bidawî bikin, ji ber ku kanton ber bi karesateke mirovî ve diçe, heke derman, sotemenî û pêdiviyên bingehîn derbasî kantonê nebe.

(dm/şx)

ANHA