​​​​​​​Hemleya hişyarkirinê ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya li Minbicê berdewam e

Hemleya hişyarkirinê ku Nivîsgeha Kombûna Jinan a Minbicê li hember narkotîkê dest pê kiriye, li bajêr berdewam e.

​​​​​​​Hemleya hişyarkirinê ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya li Minbicê berdewam e
10 nîsan, 2023   14:18
MINBIC

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya bi koordîneya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Komîteya Tenduristiyê û Meclisa Edaleta Civakî di 6'ê vê Nîsanê de li hember belavbûna narkotîkê hemleyek hişyarkirinê bi dirûşma "Bi zanabûn û rêxistinbûna xwe em jiyana xwe baştir bikin" dest pê kir.

Nivîsgeh ji hemleyê armanc dike ku civakê bi bandora neyînî ya narkotîkê bide nasandin.

Hemle ji dibistana 16`ê Teşrîn dest pê kir ku nivîsgeh bi malbatên xwendekaran re civiya. Paşê nivîsgehê hemleya xwe di nava kampan de berdewam kir. Di wê çarçoveyê de nivîsgehê li Dibistana Mistefa El Bekar bi malbatên xwendekaran re civiya û xetereyên vê diyardeyê ji wan re şîrove kirin.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ibtîsam Ebdulqadir wiha axivî: "Ji erkê me ku em civakê hişyar bikin; ji ber ku jin nifşan ava dike. Her wiha divê civak bibe yek da ku xwe ji vê diyardeya xetere biparêze ji ber ku dibe sedema wêranbûna civakan.”

Her wiha, endama Komîteya Tenduristiyê Sîham Ehmed destnîşan kir ku diyardeya bikaranîna narkotîkê gelek bandorên xerab li bedena mirov dike, ku di encamê de mirovekî baş vediguhêze mirovekî dijdar û tund.

Endama Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê Esala El Axa jî got: "Divê hevkariyeke xurt di navbera şêniyan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hebe da ku di zûtirîn dem de civak ji van narkotîkê xelas bibe û hewldanên têkbirina civakê, pûç bikin.”

(mh/şx)

ANHA