​​​​​​​PJAK’ê banga xwedîderketina li Silêmaniyê kir

Komîteya Têkiliyên Derve ya PJAK’ê got êrişa dewleta Tirk a li ser balafirgeha Silêmaniyê, êrişeke dermirovî bû ku serweriya Iraq û herêmê binpê kir. PJAKʹê banga xwedîderketina li Silêmaniyê kir.

​​​​​​​PJAK’ê banga xwedîderketina li Silêmaniyê kir
10 nîsan, 2023   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) der barê êrişa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Bajarê Silêmanî di dîroka xwe de bi nîştîmanperwerî û welatparêziyê tê nasîn û di rojên teng de li hewara gelê me yê li beşên din ên Kurdistanê rabûye. Silêmanî her tim bûye navenda hilweşandina desthilatê û dengê li dijî dagirkeriyê. Ev jî bûne sedema êrişên dijmin û dijberên Kurdistanê li ser vî bajarî çêbin. Ji bo vê meqamê qurbaniyên giranbiha dane.

Êrişa balafirên bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ya li ser Balafirgeha Silêmaniyê, pêngavek dermirovî bû ku serweriya Herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê binpê kir. Ne cara yekem e ku êrişî Başûrê Kurdistanê dike ku bi dehan welatiyên sivîl û pêşmerge di encama van êrişan de şehîdbûne. Ger sînorek ji bo van destdirêjiyên dewleta Tirk re neyê danîn, egera dubarebûnê heye.

Em êrişa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê şermezar dikin û ji bo piştgiriya vî bajarê nîştîmanperwer, li benda helwesteke yekgirtî ya xelkê Başûrê Kurdistanê ne. Bang li civaka navneteweyî, Iraq û Başûrê Kurdistanê dikin, êdî li beramberî êrişên bi vî awayî bê deng nemînin û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê bînin.”