​​​​​​​Ebas Zamlî: Em ê encamên lêkolînê radestî parlamento û hikumetê bikin

Serokê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê Ebas Zamlî ku ji bo lêkolînkirina êrişê serdana Silêmaniyê kiribû, got “Em ê encama lêkolînê belav bikin û radestî serokatiya parlamentoyê û hikumeta Iraqê bikin.”

​​​​​​​Ebas Zamlî: Em ê encamên lêkolînê radestî parlamento û hikumetê bikin
10 nîsan, 2023   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Danê nîvro şandeyeke parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişa ser balafirgeha Silêmaniyê, bi serokatiya serokê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê Ebas Zamlî gihaştin Silêmaniyê.

Ebas Zamlî beriya biçe cihê bûyerê, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Ebas Zamlî got: “Bê guman parlamentoya Iraqê û bi taybet jî Komîteya Ewlekarî û Parastinê, piştgiriyê didin hemû birayên me yên Silêmanî û Herêma Kurdistanê. Em êrişa ser balafirgehê şermezar dikin. Der barê lêkolînê de, em ê encaman bikin rapor û radestî serokatiya parlamentoyê û piştre hikumeta Iraqê bikin.”

Ebas di dewamê de got ew ê wek Komîteya Ewlekarî û Parastinê rapora xwe amade bikin da ku çawa hikumeta Iraqê bersiva êrişa ser balafirxaneya Silêmaniyê bide.

Di dewamê de Ebas Zamlî got: “Beriya niha li Hewlêrê jî êrişî balafirgehê hate kirin, ji bo vê bang li hikumeta Iraqê dikin, raporek li ser êrişên dewleta Tirk ji Neteweyên Yekbûyî re bişîne.”

Piştî Ebas Zamlî, serokê feraksiyona YNK’ê ya li parlamentoya Iraqê Kemal Axa axivî û got: “Komîteyê lêkolînek durist dike, ji bo ku ev binpêkirin careke din dubare nebe, em ê jî rapora xwe radestî wan bikin. Ev êriş nayê qebûlkirin, ji bo ku hemû êrişên ser Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê bên rawestandin, em ê hewl bidin.”

Tê payîn şandeyek biçe cihê êrişê û der barê êrişê de raporekê amade bike.