​​​​​​​Turnuveya pîng pongê bi dawî bû

Turnuveya pîng pongê ya jin û mêran a li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.

​​​​​​​Turnuveya pîng pongê bi dawî bû
​​​​​​​Turnuveya pîng pongê bi dawî bû
​​​​​​​Turnuveya pîng pongê bi dawî bû
10 nîsan, 2023   11:55
KOBANÊ

Turnuveya pîng pongê ya jin û mêran roja îna borî bi beşdarbûna 6 tîmên ji Dêrazorê, Efrîn, Firat, Reqa, Minbic û Tebqayê dest pê kir. Turnuveyê 3 rojan li Hola Werzîşê ya Şehîd Mesûd a li bajarê Kobanê dewam kir. Turnuve îro bi dayîna xelatan bi dawî bû.

Ji tîmên mêran, tîma Reqayê bû yekemîn. Ji tîmên jinan jî tîma herêma Firatê bû yekemîn, tîma Reqayê bû duyemîn û tîma Tebqayê bû sêyemîn.

Tîmên serkeftî ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin xelatkirin.

Têkildarî turnuveyê lîstikvanê tîma Tebqayê Mehmûd Ebdurehîm got: "Birêxistinkirina turnuveyê baş bû. Armanca me ya ji vê beşdarbûnê ew e ku ezmûnên nû wergirin, tîmên din nas bikin û bi wan re bilîzin.”

Hekemê turnuveyê yê ji Kobanê Ehmed Ebas jî got: "Em tecrubeyên nû dibînin. Mîna vê turuveyê ji bo lîstikvanan û hekeman pir girîng e."

Ebas bang li hemû tîman kir ku beşdarî mîna van turnuveyan bibin û got: "Ev turnuve roleke mezin di pêşxistina lîstikvanan de dilîze."

(bb)

ANHA