​​​​​​​Êrişên artêşa Tirk ên li ser qadên gerîla didomin

HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku çeperên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Çemço û Sîda 16 caran bi helîkopter, obus, tank û çekên giran hatine bombebarankirin.

​​​​​​​Êrişên artêşa Tirk ên li ser qadên gerîla didomin
10 nîsan, 2023   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGʹê der barê êrişên artêşa Tirk a dagirker de bi daxuyaniyekê agahî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Li herêma Zapê 9’ê Nîsanê saet 11:30’î çeperên me yên berxwedanê yên Sîda rastî êrişa artêşa Tirk a dagirker hatin, hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dan û şer çêbû.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe kirine;

Di 9’ê Nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên Sîda bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

Di 9 û 10’ê Nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Çemço û Sîda 16 caran bi helîkopterên êrişê, obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.”