Pêkhateyên Tirbespiyê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Pêkhateyên Tirbespiyê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Pêkhateyên Tirbespiyê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Pêkhateyên Tirbespiyê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Pêkhateyên Tirbespiyê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Pêkhateyên Tirbespiyê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Pêkhateyên Tirbespiyê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
10 nîsan, 2023   11:38
QAMIŞLO

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê bi hemû pêkhateyên wê; Kurd, Ereb û Suryan daketin qadan û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwest.

Şêniyan posterên Rêber Abdullah Ocalan rakirin û ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê dest bi meşê kir.

Meş li ber navenda Kongra Star veguherî mîtîngê. Endama Kongra Star a navçeyê Asya Cuma axivî û komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Bi navê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê endamê însiyatîfê Hisên El Sada jî axivî û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriye û Iraqê şermezar kirin.

El Sada ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga hevgirtin û rabûna li hemberî siyasetên dewleta Tirk li pêkhateyên herêmê kir.

Mîtîng bi dirûşmên ji bo banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(bb)

ANHA