​​​​​​​Meclisa Til Birakê civînek li dar xist

Meclisa Navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê bi civînekê geşedanên dawîn ji şêniyên navçeyê re şîrove kirin.

​​​​​​​Meclisa Til Birakê civînek li dar xist
​​​​​​​Meclisa Til Birakê civînek li dar xist
​​​​​​​Meclisa Til Birakê civînek li dar xist
​​​​​​​Meclisa Til Birakê civînek li dar xist
10 nîsan, 2023   10:30
QAMIŞLO

Civîn bi amadebûna bi dehan şêniyan li hola Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê hat lidarxistin.

Endamê PYDʹê Welat Gabar geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re nirxand. Gabar got: "Dewletên ku çavên xwe berdane Sûriyeyê, hewl didin peymanan bi aliyên destwerdêrên Sûriyeyê re pêk bînin. Di serî de dewleta Tirk a dagirker hewl dide împaratoriya kevn li ser hesabê gelê Sûriyeyê zindî bike û her projeyeke demokratîk têk bibe.”

Welat Gabar anî ziman ku hêzên mêtinger hewl didin yekitiya pêkhateyan xirab bikin û got: "Divê pêkhateyên herêmê bi xaka xwe ve girêdayî bin, destkeftiyên şehîdan biparêzin û derfetê nedin hêzên mêtinger ku herêmê ji niştecihên wê yên resen vala bikin.”

(bb)

ANHA