Şandeyeke parlamentoya Iraqê dê serdana Silêmaniyê bike

Şandeyeke Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê îro serdana Silêmaniyê bike da ku cihê êrişa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê bibîne.

Şandeyeke parlamentoya Iraqê dê serdana Silêmaniyê bike
10 nîsan, 2023   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê YNKʹê yê li parlamentoya Iraqê Karawan Yarwesy ji malpera PÛK Media re got li ser daxwaza alîkarê yekemîn ê serokê parlamentoyê Muhsin El Mendelawî, dê şandeyek bi serokatiya serokê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya parlamentoyê Ebas El Zamilî, pê re endamên parlamentoyê yên YNKʹê Herêm Kemal Axa, Mela Kerîm Şekûr û Karwan Yarweys  serdana Silêmaniyê bikin.

Roja şemiya borî, şandeyeke Hikumeta Federal a Iraqê bi serokatiya şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî Qasim El Erecî û bi endamtiya serokê Dezgeha Ewlekariya Neteweyî Hemîd El Şetrî, serokê Dije Terorê Ebdulwehab El Saidî, cîgirê Fermandariya Operasyonên Hevbeş Qeys El Mihemedawî serdana bajarê Silêmaniyê kiribû û cihê êrişê lêkolîn kiribû.

(bb)