Rojnameyên erebî: Îsraîl bi 3 aliyan re dide û distîne

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişand ser aloziya di navbera Îsraîl, Îran, hikumeta Şamê, Hizbullah û komên Filîstînê de. Her wiha rewşa Iraqê û nêzîkbûna di navbera Erebistana Siûdî û Îranê jî rojevên rojnameyên erebî bûn.

Rojnameyên erebî: Îsraîl bi 3 aliyan re dide û distîne
10 nîsan, 2023   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÎSRAÎL BI 3 ALIYAN RE DIDE Û DISTÎNE’

Têkildarî aloziya di navbera Îsraîl, hikumeta Şamê, Hizbullah û komên filistînî de, rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Şeva şemiyê, artêşa Îsraîlê bi obus û dronan hinek dever li Sûriyeyê bombebaran kirin. Ev bombebaran piştî topbarana bi moşekan a li ser girê Colanê pêk hat ku ji aliyê dewleta Cihûyan ve hatiye dagirkirin. Di encamê de tundiyeke nû li herêmê çêbû. Ev êriş di atmosfereke aloz a giran a li herêmê de pêk hat ku li Dîfa Xerbî û Xezayê şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de dijwar bûye û ji sala 2006ʹan de mîna wê çênebûye.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê got: “Moşekên ku ji xaka Îsraîlê ve hatin avêtin, herêma Sûriyeyê ku moşek jê hatin avêtin kirin hedef.” Her wiha destnîşan kir ku di êrişê de dron jî hatin bikaranîn. Artêşa Îsraîlê ragihand ku ev bombebaran wekî bersiva avêtina moşekan a ber bi Colanê ve pêk hat û got 2 moşek li cihekî vala yê girê Colanê ketin û pergala parastina hewayî bi kêmanî moşekek asteng kir.

Ajansa Sûriyeyê SANA li ser zimanê çavkaniyekî leşkerî ragihand ku hin nuqteyên li herêma başûr bûne hedef.

Li gorî peymana bidawîkirina şer a 1974ʹan, herêmeke tampon a bêçek hat avakirin. Ji wê demê ve hêzeke Neteweyên Yekbûyî çavdêriya agirbestê û rêzdariya li hemberî peymanê dişopîne. Di pêvajoya şerê li Sûriyeyê de ev herêm aloz bû. Lê bûyer di çarçoveya şerên bi çekên sivik, avêtina hewanan a ji aliyê Sûriyeyê ve sînordar ma ku artêşa Îsraîlê bersiva wê dide.

Hemwextî vê aloziyê, Îsraîl amadekariyan dike hêzên ewlehiyê belav bike, nemaze piştî 2 êrişan ku di encamê de 3 kes hatin kuştin. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ferman da ku hemû yekîneyên polîsên yedek ên sînor û artêşê seferber bibin da ku li hemberî êrişên terorê bisekinin.

Di çarçoveya gurbûna tundiyê di meha Remezan û cejnên Cihûyan û xiristiyanan de, artêşa Îsraîlê berbanga roja çarşemê operasyon bi ser Mescida El Eqasa pêk anî. Armanc ji vê operasyonê "qewitandina ciwanên li dijî qanûnê ye" ku xwe di mescidê veşartine.

Roja din jî zêdetirî 30 moşek ji xaka Lubnanê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin. Artêşa Îsraîlê berpirsyariya vê yekê girt ser komên filîstînî, lê Hizbullah nexist navê. Li hemberî vê yekê Îsraîlê Xeza û başûrê Lubnanê topbaran kirin û "binesaziya terorê ya Hemasê" kir hedef."

ʹTEVGERA SUNNIYÊN IRAQÊ YÊN JI BO AVAKIRINA ÇARÇORVEYA HEMAHENGIYÊʹ

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: "Siyasetmedarê sunnî û serokê parlamenterê yê berê yê Iraqê Meşan El Cibûrî eşkere kir ku serokê parlamentoyê Mihemed El Helbusî hewl dide çarçoveyeke hemahengiyê ya sunnî, mîna Çarçoveya Hemahengiyê ya şîeyan ava bike.

El Cibirû li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Ez dikarim piştarast bikim ku serok Usama El Necîfî, Şêx Xemîs Xencer, serok Musena El Sameranî, Dr. Rafai El Îsawî û yên bi wan re nikarin bibin beşek ji çarçoveya hemahengiyê ya ku Mihemed El Helbûsî hewl dide ava bike." Her wiha got, gotegot hene dibêjin ku Mehmûd El Meşhedanî, Selîm El Cibûrî û Salih El Mutleg wê tev li vê çarçoveyê bibin.

Aliyên din ên sunnî tu agahî li ser vê mijarê nedan. Lê li gorî ku serokê berê yê parlamentoyê Selîm El Cibûrî, dibe ku di dema bê de di proseya siyasî de alternatîfek ji sunniyan re çêbe.”

‘EREBISTANA SIÛDÎ Û ÎRAN NÊZÎ PEYAMA YEMENÊ DIBIN’

Rojnameya El Quds El Erebî behsa nêzîkbûna Erebistana Siûdî û Îranê kir û wiha nivîsand: "Şandeyeke siûdî gihaşt paytexta Yemenê Senayê da ku di çarçoveya vejandina pêvajoya aştiyê ya li Yemenê de bi Hûsiyan re dan û standinê bike. Ev yek piştî vegera têkiliyên dîplomatîk ên Riyad û Tehranê pêk hat.

Dîplomatekî yemenî ji AFPʹê re got, şandeyeke siûdî serdana Senayê dike da ku afirandina aştiyê li Yemenê nîqaş bike.

Xebatên vejandina peymana aştiyê hêza xwe ji peymana Erebistana Siûdî û Yemenê ya der barê domandina têkiliyên dîplomatîk ên meha borî ya piştî qutbûna 7 salan digire.

Berdevkê Hûsiyan Mihemed Ebdusselam got daxwazên koma wî ev in; rawestandina êrişan, rakirina dorpêçê bi temamî, dayîna mûçeyên hemû karmendan ji dahata petrol û gazê, derketina hêzên biyanî ji Yemenê, dayîna tazmînatan û ji nû ve avakirin.

Li gorî çavkaniyên hikumeta Yemenê, piştî hevdîtinên Erebistana Siûdî û Hûsiyan ên bi sponseriya Umanê ku 2 mehan li Mesqetê dom kirin, endamên Konseya Serokatiya Yemenê di dawiyê de nêrîna Erebistana Siûdî ya ji bo çareserkirina krîza Yemenê qebûl kir. Li gorî nêrîna Erebistana Siûdî, wekî di qonaxa yekem a ji bo avakirina baweriyê, agirbest ji bo 6 mehan pêk were, piştre dan û standin ji bo 3 mehan li ser birêvebirina serdema derbasbûnê dest pê bike, ku dê 2 mehan dewam bike.”

(bb)