Dagirkeran zeviyekî zeytûnan kir mêtingeh

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 325 darên zeytûnan birîn û li şûna wan mêtingehek nû ava kir.

Dagirkeran zeviyekî zeytûnan kir mêtingeh
10 nîsan, 2023   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Efrîna dagirkirî sûcên dermirovî, qirkirina xwezayê û guhertina demgorafiyê bênavber dewam dikin.

Çavkaniyekî xwecih da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi desteka hin rêxistinên ji Kendavê, 325 darên zeytûnan birîn û li şûna wê ji bo malbatên çeteyan mêtingehek ava kir.

Darên hatine birîn ên welatiyê bi navê Nebîh Xelîl Murad ê ji gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsê ne.

(bb)

ANHA