'Êrişa Silêmaniyê hevkariya ewlehiyê ya Enqere-Hewlêrê nîşan dide'

Li gorî rapora rojnameya El Ereb a Londoniye, êrişa bi balafira Tirkiyeyê ya li dijî balafirgeha Silêmaniyê koordîneya ewlehiyê ya Hewlêr û Enqereyê îsbat dike.

'Êrişa Silêmaniyê hevkariya ewlehiyê ya Enqere-Hewlêrê nîşan dide'
9 nîsan, 2023   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Di raporeke rojnameya El Ereb El Londoniye ya têkildarî mijarê de wiha tê gotin: “Piştî daxuyaniyên tund ên çapemeniyê ku hikumeta Hewlêrê li dijî desthilata YNK′ê dane, serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî banga ′xwe ragirinê′ kir. Lê vê yekê têrê nekir ku gumanên li ser hevkariya Hewlêrê di êrişa Enqereyê de, ji holê rabin.

Roja înê (7`ê Nîsanê) balafireke bêmirov û biçek ji bo hedefgritina Mazlûm Ebdî li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê êriş pêk anî. Berdevkê CENTCOM′ê Joe Poccino got li dijî karwanekî li Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Iraqê êrişek pêk hat û di wê karwanê de efserên artêşa Amerîkayê tevî Ebdî hebûne.

Beriya êrişê, dewleta Tirk ji destpêka vê mehê ve qada xwe ya hewayî li pêşiya rêwîtiyên ji balafirgeha Silêmaniyê û ber bi wê ve girtibû.

Çavdêran diyar kir ku daxuyaniyên bi lez ên hikumeta Hewlêrê ên dijî Silêmaniyê ku piştî hewldana kuştinê hatine dayîn, nîşan didin ku haya wê ji êrişa Tirkiyeyê hebûye û agahiyên îstixbaratê jî dane wê. Nexasim ku Mazlûm Ebdî êdî bûye dijminê hevkar ê Enqere û Hewlêrê.

Bafil Talebanî piştî êrişê daxuyanî da û îşaret bi hevkariya îstixbarata hikumeta Hewlêrê di êrişê de kir û got: “Kiryarên tawanan û derbaskirina sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi çavsaxî û serpereştiya alî û saziyên emnî ên îstîxbarata navxweyî tên kirin ne tiştekî ecêb e û dîrokeke me ya dirêj li gel heye. Lê Silêmanî û dîroka wê, Silêmanî û xelkê wê ji xeyalên vala yên partiyek mezintir û qehremantir in ku navûdengê wê xirab bikin û jiyana xelkê wê xirab bikin.

Koordînaya ewlehiyê ya di navbera Enqere û Hewlêrê de kevirê goşeyê yê têkiliyên dualî ye. Berê jî di encama vê hevkariyê de gelek rayedar û rêveberiyên PKK′ê çi yên xwe spartine Kurdistana Iraqê, çi jî yên li Kurdistana Tirkiyeyê çalak bûn, hatin tesfiyekirin.”

(fr/c)