​​​​​​​Artêşa dagirker bi çekên qedexekirî qadên gerîla bombebaran kirin

HPGʹê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên li qada Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî bombe kir û ji bejahî û hewayî ve jî 85 caran êriş kir.

​​​​​​​Artêşa dagirker bi çekên qedexekirî qadên gerîla bombebaran kirin
9 nîsan, 2023   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker ev agahî dan:

"Li herêma Zapê;

8'ê Nîsanê saet di 06:00 û 11:00 de artêşa Tirk a dagirker êriş bir ser çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan û 2 caran şer qewimî.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî;

8'ê Nîsanê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

7ʹê Nîsanê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

7 û 8'ê Nîsanê li Metînayê li Girê Şehîd Piling û derdora gundê Tirvanişê, Qada Şehîd Viyan, Girê FM, Saca, Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 83 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."