​​​​​​​Xiristiyanan Cejna Qiyama pîroz kir

Xiristiyanên li kantona Qamişloyê Cejna Qiyama li dêran pîroz kir.

​​​​​​​Xiristiyanan Cejna Qiyama pîroz kir
​​​​​​​Xiristiyanan Cejna Qiyama pîroz kir
​​​​​​​Xiristiyanan Cejna Qiyama pîroz kir
​​​​​​​Xiristiyanan Cejna Qiyama pîroz kir
​​​​​​​Xiristiyanan Cejna Qiyama pîroz kir
​​​​​​​Xiristiyanan Cejna Qiyama pîroz kir
​​​​​​​Xiristiyanan Cejna Qiyama pîroz kir
9 nîsan, 2023   09:58
QAMIŞLO

Xiristiyanên kantona Qamişloyê li dêran Cejna Qiyame pîroz kir.

Xiristiyanan li dêrên rojava pîrozbahiya Cejna Qiyamayê kir û li dêrin rojhilat jî merasîmê Cejna Plamê hat lidarxistin.

Merasîmê pîrozbahiyê li dêra Meryem El Ezra ya li taxa Erbawiyê ya Qamişlo bi sirût û aynên olî dest pê kir.

Li dêra Saint Petrûs û Pawlos a Katolîkên Suryan merasîmê Cejna Qiyamayê hat lidarxistin. Piştre keşe Yûsif El Easî cejn li hemû xiristiyanên cîhanê pîroz kir û banga çareseriyên aştiyane ji bo Sûriyeyê û xurtkirina biratiyê di navbera hemû baweriyan de kir.

DÊRIK

Li navçeya Dêrikê jî pîrozbahî li dêrên Mar Dodo û Mar Shmoni hat kirin. Piştî sirûdên olî, Koma Keşaf Sûriye ya 4ʹemîn hunerên mûzîkê pêşkêş kirin.

Cejna Fisih, an jî Cejan Qiyama ji cejên herî mezi ên Xiristiyanan e. Li gorî baweriya Xiristiyan ev cejn tê wateya piştî Hz Îsa li çarmixê tê dayîn wê carek din zindî bibe.

)bb)

ANHA