Ji malbata gerîlayê HPG`ê Hogir Qamişlo re sersaxî hat xwestin

Beşdarên merasîma sersaxiyê ya gerîlayê HPG`ê Hogir Qamişlo bal kişandin ser fedakariyên şehîdan û têkoşîna gerîlayên azadiyê ji bo avakirina jiyana birûmet ji gelên Kurdistanê re.

Ji malbata gerîlayê HPG`ê Hogir Qamişlo re sersaxî hat xwestin
Ji malbata gerîlayê HPG`ê Hogir Qamişlo re sersaxî hat xwestin
Ji malbata gerîlayê HPG`ê Hogir Qamişlo re sersaxî hat xwestin
9 nîsan, 2023   10:23
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişloyê ji bo gerîlayê HPG`ê Hisên Ehmed (Hogir Qamişlo) merasîma sersaxiyê li dar xist.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya 8`ê Nîsanê (2023), gerîla Hogir Qamişlo di 7’ê Cotmeha 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.

Konê sersaxiyê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê hat vedan û wêneyên şehîd Hogir Qamişlo û yên Rêber Abdullah Ocalan di bin kon de hatin daliqandin. Tevî malbat, xizm û hevalên şehîd Hogir, bi dehan şêniyên bajarok û navçeyên Qamişlo, endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de piştî deqeyeke rêzgirtin, Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî. Hesen diyar kir ku gel deyndarê gerîlayên HPG/YJA Starê ye û wiha dom kir: “Ji berk u gerîla bi salan e bi îradeyeke xurt li hember êrişên hovane li ber xwe didin. Dijmin bi êrişên li dijî gerîlayan û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dixwaze gel tune bike. Lê bila dijmin bizanibe ku îrade, rêxistin û yekrêziya gel xurt e.”

'EM JI ŞEHÎDÊN XWE HÊZ DIGIRIN'

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silêman Osman jî axivî û destnîşan kir ku ew hêza xwe ji şehîdan digirin û got: “Malbatê şehîdan ên ku wêneyên zarokên xwe yên şehîd rakirine, moral û manewiyetê didin gel, şoreş jî bi vê hêzê mezin dibe.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Mihemed Zêdan jî sersaxî ji malbata Şehîd Hogir Qamişlo re xwest û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Zêdan bal kişand ser rola şehîdan di serxistina şoreşan de û got: “Weke ku Rêber Abudllah Ocalan dibêje, gelê ku şehîd jê re pêşengtiyê bikin, ti carî têk naçe.”

Li ser navê Kongra Star Menîce Heyder jî bal kişand ser tekoşîna gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û wiha axivî: “Gerîla bi vîneke xurt li hemberî dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin da ku gel bi rûmet bijî.”

Piştî axaftinan, wesîqeya Şehîd Hogir hat xwendin û di nava tilîlî û dirûşmeyên mîna “Şehîd Namirin” de radestî malbata wî hat kirin.

(sb/c)

ANHA