Senatorê amerîkî  xwest berpirsên êrişa li Silêmaniyê hesab bidin

Senatorê amerîkî Chris Van Hollen têkildarî êrişa li ser Balafirgeha Silêmaniyê got, divê lêkolînek berfireh were kirin û berpirsên êrişê hesab bidin.

Senatorê amerîkî  xwest berpirsên êrişa li Silêmaniyê hesab bidin
9 nîsan, 2023   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Senatorê amerîkî Chris Van Hollen der barê êrişa li ser Balafirgeha Silêmaniyê di rûpela xwe ya fermî ya twitterê de daxuyaniyek belav kir û wiha got: “Vê êrişê jiyana leşkerên amerîkî, Hêzên Sûriya Demokratîk û General Mazlûm Ebdî ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de mûtefîkek giring e, xiste metirsiyê. Ev yek nayê qebûlkirinʹʹ.

Chris Van Hollen di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê lêkolînek berfireh were kirin û berpirsên êrişê hesab bidin.”