​​​​​​​Xiristiyanên Qamişlo Cejna Qiyametê pîroz kir

Xiristiyanên Qamişlo li dêrên Mar Petrus û Polos a suryanên katolîk Cejna Qiyametê pîroz kir.

​​​​​​​Xiristiyanên Qamişlo Cejna Qiyametê pîroz kir
​​​​​​​Xiristiyanên Qamişlo Cejna Qiyametê pîroz kir
​​​​​​​Xiristiyanên Qamişlo Cejna Qiyametê pîroz kir
​​​​​​​Xiristiyanên Qamişlo Cejna Qiyametê pîroz kir
​​​​​​​Xiristiyanên Qamişlo Cejna Qiyametê pîroz kir
8 nîsan, 2023   20:14
QAMIŞLO

Xiristiyanên li Qamişloyê, vê êvarê Cejna Qiyametê pîroz kir ku merasîma wê li dêran hate lidarxistin.

Merasîm li dêra Mar Petrus û Polos a suryanên katolîk li dar ket. Çaverê ye ku sibe li dêran, zengil bên lêxistin û merasîmên olî bên lidarxistin.

Cejna Qiyametê, yek ji cejnên xiristiyanan ên herî mezin e. Tê de vejîna Mesîh ji nava miriyan piştî xaçakirina wî bi sê rojan, tê bibîrxistin. Di vê rojê de rojiya mezin a ku 40 roj dewam kir û hefteya êşan bi dawî dibe.

(şx)

 

ANHA