​​​​​​​32 partî û hêzên siyasî êrişa li dijî balafigeha Silêmaniyê şermezar kir

32 partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişa li dijî balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir û destnîşan kirin ku ev êriş di çarçoveya sûc û binpêkirinên domdar ên dewleta Tirk de pêk hat ku hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe û tevliheviyê di navbera hêzên kurdistanî de çêbike.

​​​​​​​32 partî û hêzên siyasî êrişa li dijî balafigeha Silêmaniyê şermezar kir
8 nîsan, 2023   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî balafirgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê de 32 partî û hêzên siyasî yên herêmê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de partiyan êrişa li dijî balafirgehê şermezar kir û destnîşan kir ku ev êriş piştî ku Tirkiye qada hewayê li pêşiya rêwîtiyên balafirgeha Silêmaniyê girtin, pêk hat.

Partiyan daxuyand ku ev êriş di çarçoveya sûc û binpêkirinên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî serdestiya Başûrê Kurdistanê de pêk hat û armanc dike ku ewlehiya herêmê têk bibe û tevliheviyê di navbera hêzên kurdistanî de çêbike.

Partiyan êriş bi tundî şermezar kir û wek binpêkirina serdestiya Iraq û Başûrê Kurdistanê û ewlehiya welatiyan bi nav kir û banga nîşandana helwesteke cidî û hevgitî ji aliyê Iraqê ve kir.

Her wiha partiyan bang li hêzên siyasî yên kurdî û kurdistanî kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê bibin yek ji ber ku armanca wê ya sereke têkbirina doza kurd û tevgera wê ya rizgariyê ye.

Partiyan di daxuyaniyê de wiha got: “Em piştgiriya birayên xwe yên li Silêmaniyê û YNK`ê dikin. Ji  wan dibêjin ku em di xendeqekê de ne, dijminê me yek, çarenûsa me yek e û doza me yek e.”

Navên partiyan wiha ne:

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

Partiya Kesk a Demokratîk

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Komunîst a Kurdistanê

Partî Demokrat a Kurdistanê-Sûriye

Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê

Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Sûriya Pêşerojê

Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Nûkirin a Kurdistanê

Partiya Karker a Kurdistanê

Desteya Nîştimanî ya Erebî

Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyê

Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Refom –Sûriye

Partiya Asûr a Demokratîk

Partiya Biratî ya Kurdistanê

Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

Kongra Star

Partiya Muhafizkeran

Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê

Heyet Tensîq El Wataniye-Tevgera Guhertina Demokratîk

Partiya Yekitiya Suryan

Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Partî)

Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî)

Şepêla Çepgir a Şoreşger a Sûriyê

(şx)