​​​​​​​Malbatên şehîdan radestkirina Harûn Elbak şermezar kir

Malbatên şehîdan ên Tebqayê îxaneta li dijî gerîla Harûn Elbak hatiye kirin û radestkirina wî ji dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û soza şopandina rêça wî da.

​​​​​​​Malbatên şehîdan radestkirina Harûn Elbak şermezar kir
8 nîsan, 2023   11:35
TEBQA

Der barê îxaneta li dijî gerîla Harûn Elbak de û radestkirina wî ji dewleta Tirk re, Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê daxuyaniyek da. Hevseroka meclisê Hind Xelîl bi beşdariya malbatên şehîdan li pêş avahiya meclisê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin gerîla Harûn gelê xwe diparast, ji bo azadiya gelan tê dikoşî, lê bi destê xayînan hate girtin.

Her wiha meclisê diyar kir ku divê gel li hember xayînan hişyar be, hevgirtî be, da ku destkeftiyên şoreşa xwe biparêze.

(fr)

ANHA