PYD’ê li dijî êrişan banga yekitiyê kir

PYDʹê êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê wek êrişeke li ser îradeya gelê herêmê û ragihandina şer li dijî gelê Kurdistanê û doza wê pênase kir. PYDʹê li dijî êrişan banga yekitiyê li hêzên Kurd kir.

PYD’ê li dijî êrişan banga yekitiyê kir
8 nîsan, 2023   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyeke êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê ji êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û Başûrê Kurdistanê ji Zaxo, Dihok, Hewlêr, Mexmûrê ne cuda ye.

PYDʹê got êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê mîna êrişekê li dijî îradeya gelê herêmê ye, her wiha wek ragihandina şer li dijî gelê Kurdistanê û doza wê ya adilane û li dijî destkeftiyên Kurdan û tevahî hêzên demokratîk ên herêmê nîşan da.

ʹEM Ê BI HEMÛ RÊBAZÊN NÎŞTIMANÎ Û DEMORKATÎK TÊ BIKOŞINʹ

PYDʹê di berdewama daxuyaniyê de got: "Em çi êrişên li ser destkeftiyên gelê me yên ku bi saya xwîna bi deh hezaran şehîdan hatine bidestixstin red dikin û şermezar dikin. Ji bo têkbirina van êrişan em ê bi hemû rêbazên nîştimanî û demokratîk tê bikoşin."

PYDʹê destnîşan kir ku siyasetên înkarkirin û qetilkirinê ku dewleta Tirk li dijî Kurdan û destkeftiyên wan pêk bînin, dê bi ser nekevin.

Her wiha bal kişand ser girîngiya avakirina yekitiya Kurdan û wiha pê de çû: "Divê helwesta yekbûyî ya Kurdan û hêzên wê yên neteweyî ji wiha zêdekir neyên paşxistin. Desthilata destpot a navendî û hêzên tarî, gefxwarin û êrişan li dijî tevahî Kurdan û tevahî hêzên ku nûnertiya jiyana hevbeş a tevahî gelên herêmê û yekitiya çarenûsî dikin, pêk tînin."

Meclisa Giştî ya PYDʹê piştgiriya xwe bi helwesta YNKʹê re anî ziman û got: "Di vê pêvajoya hestiyar a dîrokî de tê xwestin ku hêzên neteweyî yên kurdî û demokrat nakokiyên xwe deynin aliyekî û helwesta xwe bikin yek."

(bb)