​​​​​​​Tevgera Azadî li dijî êrişên dagirkeriyê banga têkoşînê kir

Tevgera Azadî diyar kir ku êrişa li dijî balafirgeha Silêmaniyê dijminatî ye û banga têkoşînê li dijî êrişên dagirkeriyê kir.

​​​​​​​Tevgera Azadî li dijî êrişên dagirkeriyê banga têkoşînê kir
8 nîsan, 2023   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarê li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê êrişek hat kirin. Hê bi awayekî fermî êrişkar nehatiye diyarkirin. Li gorî agahiyên berdest êriş ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye kirin.

Tevgera Azadî êriş şermezar kir û bang li hemû hêzên siyasî û gelê Kurd kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê tê bikoşin.

Tevgera Azadî bal kişand ser daxuyaniya Cotyar Adil ê PDK'yî jî û hate gotin: "Berdevkê hikumeteke ku dema erka wê bi dawî bûye, li şûna ku şermezar bike, wekî her carê êriş rewa kiriye û Silêmaniyê dike hedef. Ev daxuyaniyeke tirsonek û pûç e. Ev yek nîşan dide ku wekî siyaseta petrolê siyaseta bi dagirkeran re jî îflas kiriye.”