​​​​​​​Dewleta Tirk 41 caran qadên gerîla bombebaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker 41 caran Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin.

​​​​​​​Dewleta Tirk 41 caran qadên gerîla bombebaran kirin
7 nîsan, 2023   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dawîn de ev agahî dan:

“Di 6’ê Nîsanê de derdora gundê Bêbadê yê Garê, berpalên Xêrê û çeperên berxwedanê yên li Sîdayê bi balefirên şer 8 caran hatine bombekirin.

Di 5 û 6’ê Nîsanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Fm, çeperên berxwedanê yên Çemço û Sîdayê bi helîkopterên êrişê, obus, tank û çekên giran 33 caran hate bombekirin.”