​​​​​​​Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgeha Îmraliyê da.

​​​​​​​Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da
7 nîsan, 2023   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Malbatan bi rêya serdozgeriyê serî li Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê jî da.

Ji 25'ê Adara 2021'ê ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.