​​​​​​​Rojnameyên erebî: Lavrov li Tirkiyeyê dê nîqaşên dosyaya Sûriyeyê bike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa serdana Lavrov a ji Tirkiyeyê re, nakokiyên li ser sînorê Îsraîl-Lubnanê û rewşa Sûdanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Lavrov li Tirkiyeyê dê nîqaşên dosyaya Sûriyeyê bike
7 nîsan, 2023   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN

′LAVROV JI BO NORMALÎZEKIRINA DI NAVBERA ENQERE Û ŞAMÊ DE LI TIRKIYEYÊ YE′

Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî serdana Lavrov ji Tirkiyeyê re wiha nivîsand: "Duh, wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo dosyaya normalîzekirina di navbera dewleta Tirk û Sûriyeyê de serdana Tirkiyeyê kir. Ew serdan bi vexwendnameya hempîşeyê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu pêk hat û dê 2 rojan dewam bike.

Piştî 2 rojan ji civîna çaralî ya cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiye, Îran û Sûriyeyê li Moskovê, ev serdan pêk hat, da ku rêveçûna normalîzekirina di navbera Enqere û Şamê de were lêkolînkirin.

Dosyaya Sûriyeyê û rêveçûna normalîzekirina di navbera Enqere û Şamê de, mijarên sereke yên serdana Lavrov in. Tevî ku di civîna çaralî de tu guhartin di helwesta Şamê ya tund de têkildarî vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji bakurê Sûriyeyê çênebûn, lê tiştê hatiye nîşandan ew e ku ew hemû xwestekan deynin ser maseyê û xebata li ser lihevkirinê bikin.”

‘LI SER NAKOKIYÊN LI QUDISÊ RAGEŞIYA ÎSRAÎL-LUBNANÊ’

Li ser nakokiyên li ser sînorê Îsraîl-Lubnanê çêbûne, rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Çavkaniyên ji Îsraîlê û Lubnanê îhtîmala ku Îsraîl li başûrê Lubnanê bikeve nava şerekî, piştî her du aliyan gule avêtin, kêm dibînin. Her wiha Îsraîlê tevgera Hemasê tawanabr kir ku rageşiyê zêde dike.

Kêm caran ji Lubnanê ve moşek ber bi Îsraîlê ve tên avêtin, lê dema êrişên Îsraîlê li xaka Filistînê zêde bin, hin caran moşek tên avêtin.

Kanala 12 a Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ewlehiyê, da zanîn ku dê Îsraîl şerekî bi Lubnanê re neke, lê dê bersiv bê dayîn.

Tu aliyekî berpirsyariya avêtina moşekan hilnegirt ser xwe, lê rayedarekî leşkerî yê Îsraîlê li ser Twitterê got Hizbullah ne berpirsê avêtina moşekan e, lê Hemasê ya li Lubnanê moşek avêtine."

′EL BURHAN: EM BI ISRAR IN XEBATA SIYASÎ TEMAM BIKIN’

Rojnameya El Beyan jî li ser rewşa Sûdanê wiha nivîsand: "Serokê Meclisa Serweriyê ya Sûdanê Ebdulfettah El Burhan duh got ew bi israr e xebata siyasî ya niha pêk tê, temam bike. Ew yek duh piştî îmzekirina lihevkirina siyasî, careke din hate paşxistin.

El Burhan di 6′ê Nîsanê de got ew bi israr in xebata siyasî ya niha pêk tê, bi lezeke guncaw temam bikin û dê hemû astengiyên li pêşberî vê yekê rakin. Alî niha bi cidî dixebitin ku nîqaşên li ser mijarên mayî temam bikin."

(fr)