ꞌArmanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo yeꞌ

Jinan tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku ew dê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşîna xwe bidomînin.

ꞌArmanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo yeꞌ
7 nîsan, 2023   07:36
ŞEHBA

Ji 25 salan ve dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan têk bibe. Li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya CPTʹyê jî bertekên derdikevin holê. Her wiha bangên azadkirina wî ya fîzîkî zêde dibin.

Xêriyê Neso ya ji pêkhateya Êzidî ye tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Sûcê Rêber Ocalan çi ye da ku ewqas zilm û tecrîdê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bibîne?"

Her wiha Xêriyê bêdengiya civata navneteweyî ya li hember tecrîdê şermezar kir û got: "Gelek dewlet bi navê aştiyê bang dikin, lê belê ew di rastiyê de ne wiha ne, eger ew rastî jî wiha bin bila tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bikin."

Her wiha Hîbe Hemîd ya ji pêkhateya Ereb bal kişand ser bandora fikrê Rêber Abdullah Ocalan li jinan û têkoşîna wî ya ji bo pêşxistina rola jinan a di çarçoveya projeya neteweya demokratîk û got, azadiya gelên azadîxwaz bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ve girêdayî ye.

Ji pêkhateya Kurd Şîraz Elî jî, bêdengiya navneteweyî ya li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Em dê bi rêya lidarxistina xwepêşandanan, panelên diyalogî û daxuyaniyan fikrê neteweya demokratîk pêk bînin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bikin ji ber ku ev erka me ye."

Şîraz bang li rêxistinên navneteweyî kir ku xwedî li erkên xwe derkevin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

(zş/bb)

ANHA