Îran û Siûdiyê li ser vekirina balyozxaneyan li hev kir

Wezîrên karên derve yên Îranê û Erebistana Siûdî di dan û standinên li Pekînê de li ser jinûve vekirina balyozxaneyan, xurtkirina têkiliyan û hevkariya dualî li hev kir.

Îran û Siûdiyê li ser vekirina balyozxaneyan li hev kir
6 nîsan, 2023   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro wezîrê karên derve yê îranê Hisên Emîr Ebdulahyan bi hempîşeyê xwe yê Erebistana Siûdiyê Feysel Bin Ferhan re li paytexta Çînê Pekînê hevdîtin kir. Dan û standinên her du aliyan bi îmzekirina daxuyaniyeke hevpar ji bo berfirehkirina têkiliyan û hevkariya dualî bi encam bû.

Li gorî daxuyaniya hevpar ku wezîrê karên derve yê Îranê belav kiriye, di dan û standinan de îşaret bi girîngiya pêkanîn û aktîfkirina Peymana Pekînê hat kirin.

Her du aliyan diyar kir ku ew ê rêbazên xurtkirina têkiliyên dualî, aktîfkirina lihevkirina hevkariya ewlehiyê ku 17`ê Nîsana 2001`an hatibû îmzekirin û lihevkirina giştî ya hevkariya di warê aborî, bazirganî, veberhênan, teknîk, zanist, çand, werzîş û ciwanan de nîqaş bikin.

Di heman demê de li ser jinûve vekirina nûneriyan di dema diyarkirî de, girtina tedbîran ji bo vekirina balyozxaneyên her du welatan li Tehran û Riyadê û balyozxaneyan li Cede û Meşhedê, li hev kirin. Her wiha li ser berdewamkirina hevkariya her du welatan û jinûve destpêkirina rêwîtiyên hewayî, serdanên şandeyên fermî û hin detayên din li hev kir.

Siûdiyê û Îranê bi navbeynkariya Çînê li ser vegerandina têkiliyên dîplomatîk ku zêdetirî 7 sal e qut in, li hev kir. Her du welatan tevî Çînê di 10`ê Adarê de bi daxuyaniyeke hevpar ragihandibû ku lihevkirin dê di nava 60 rojî de pêk were.

Ew daxuyanî piştî gerên dan û standinan ên li Bexda û Mesqetê hatin dayîn.

(c)