Adar meheke din a pêkanîna sûcan li dijî şêniyên resen ên Efrînê

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêkanîna sûcan li dijî şêniyên kantona Efrînê didomînin. Di Adarê de çeteyan komkujiyek li Cindirêsê pêk anî ku di encamê de 4 welatî ji heman malbatê şehîd bû û jineke ducanî qetil kir. Her wiha êzidî bi zorê misliman kir.

Adar meheke din a pêkanîna sûcan li dijî şêniyên resen ên Efrînê
5 nîsan, 2023   23:29
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca tirsandina şêniyên resen ên kantona Efrînê ya dagirkirî û ji bo ku wan koçber bikin, pêkanîna komkujiyan û sûcan li dijî wan didomînin ku ev sûc digihêjin asta qirkirinên etnîkî.

KOMKUJIYA CINDIRÊSÊ

Di 20`ê Adarê de çeteyên Ehrar El Şerqiye yên dewleta Tirk a dagirker komkujiyek li dijî malbateke kurd pêk anî ku li taxa 16 a navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî dimîne. Di encama wê komkujiyê de 4 welatî; Ferehudîn Osman (43), Îsmaîl Osman (38), Mihemed Îsmaîl Osman (18) û Mihemed Osman (42) şehîd bûn.

Piştî komkujiyê, bi hezaran şêniyên navçeyê, gund û navçeyên kantona Efrînê li dijî dagirkeriyê daketin qadan. Lê rayedarên Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û MÎT`a Tirk, bi lez destwerdana xwepêşandanan kir û hewl dan rê li pêşiya wê bigirin. Ji ber wê gef li malbata her çar şehîdan xwarin û ew neçar kir ku beyî îfadeya wan bigirin, kaxizeke spî îmze bikin.

Li gorî çavkaniyan, di 22`yê Adarê de li heman navçeyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker jineke ducanî li pêş çavên hevjîna wê kuşt.

Bi wê re hejmara kesên bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker di Adarê de hatine kuştin, derket 5 kesan.

REVANDIN

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Adarê de 9 welatî revandin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî di 2`yê Nîsanê de raporek weşand û destnîşan kir ku 12 sivîl ji aliyê çeteyan ve hatine revandin. Ji wan 9 li beramberî dayîna fîdyayê serbest hatine berdan.

Her wiha rêxistinê da zanîn ku îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker li Stenbolê zirnevanê efrînî Hesen Hec Nasir revand ji ber ku li awaz û sazên kurdî dide.

Polîsa sivîl a girêdayî dewleta Tirk a dagirker, welatiyê bi navê Hesen Subhî El Tawîl (30) ê ji gundê Dêr Siwanê yê navçeya Şera ber bi cihekî ne diyar ve revand.

Her wiha çeteyên El Emşat zarokê bi navê Aslan Misto yê ji navçeya Şera bi hicetên nerast revand da ku li beramberî serbestberdana wî, fîdya ji malbata wî werbigirin.

QUTKIRINA DARAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Adarê de 3 hezar darên zeytûnê birîne û kirine êzing. Ji wan 75 dar ên birayên Ehmed û Xelîl Nebû Gulexeyîrî yên ji gundê Kefer Nebo yê navçeya Şêrawayê ne. Zevî li ser rêya gundê Kefer Nebo û gundê Basûfanê ye.

SOHR`ê jî da zanîn ku li gund û navçeyên Efrînê zêdetirî 805 darên zeytûnê hatine birîn.

MÊTINGEH

Dewleta Tirk a dagirker bi desteka komeleyeke qatarî dest bi avakirina mêtingehekê li gundê Hêkiçê yê navçeya Şera kiriye. Li gorî çavkaniyan, komele li ser xwe girtiye ku mêtingehên din li kantonê û navçeyên wê ava bike.

MISLIMANKIRINA ÊZIDIYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di bin gefxwarinê de, 2 welatiyên êzidî ku ji heman malbatê ne û ji gundê Qîbarê yê navçeya Şera ne, neçar kir ku bibin misliman.

(şx)

ANHA