​​​​​​​Serdana Lavrov ya li Enqereyê rojeva medyaya erebî bû

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa serdana wezîrê karên derve yê Rûsyayê ya ji Tirkiyeyê re, têkiliyên Erebistana Siûdî-Îranê û rewşa Sûdanê kir.

​​​​​​​Serdana Lavrov ya li Enqereyê rojeva medyaya erebî bû
6 nîsan, 2023   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de wiha nivîsand: "Pirsgirêka Sûriyeyê û rêgeha vegerandina têkiliyan di navbera Enqere û Şamê de, rojeva serdana îro ya wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov a ji Tirkiyeyê re ye. Ev serdan piştî civîna çaralî ya cîgirên wezîrên karên derve yên Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê li Moskovê, pêk tê.

Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, ruxmî ku di civîna çaralî de tu guhartin di helwesta Şamê ya der barê xwesteka vekişîna hêzên dewleta Tirk ji bakurê Sûriyeyê de çênebûne jî, lê tiştê ji civînê derketiye ew e ku hemû daxwaz dikarin li ser maseyê bên pêşkêşkirin û xebata li ser lihevkirinê bê kirin.

Çavkaniyan diyar kir ku pirsgirêka Sûriyeyê û rêgeha vegerandina têkiliyan di navbera Enqere û Şamê de bi navbeynkariya Moskovê dê mijara nîqaşên Lavrov ên li Enqereyê bin. Her wiha destnîşan kir ku diyar e heta niha daxwaza hemû aliyan heye ku dan û standinên têkildarî normalîzekirinê dewam bikin û bi ser bixin.”

‘LI PEKÎNÊ HEVDÎTINA WEZÎRÊN KARÊN DERVE YÊN ÎRAN Û SIÛDIYÊ’

Der barê têkiliyên Îran û Siûdiyê de jî rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Berpirsekî Îranê eşkere kir ku dê îro li Pekînê di navbera wezîrên karên derve yên Siûdî û Îranê de, ji bo nêzîkbûna dîmplomatîk a bi navbeynkariyê Çînê, hevdîtin bê kirin.

Piştî zêdetirî 7 salan, hevdîtina wezîrê karên derve yê Siûdiyê Mîr Feysel Bin Ferhan Al Siûd û hempîşeyê wî yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehyan bibe yekemîn civîna fermî ya her du aliyan.

Tehran û Riyadê meha borî li ser bidawîkirina nakokiya dîplomatîk û jinûve vekirina balyozxaneyan li hev kiribû.

Dewletên herêmê bi hêvî ne ev lihevkirin bi xwe re encameke baş bîne û di afirandina zemîneke ji bo bidawîkirina nakokiyan de, nexasim li Yemenê, bibe alîkar.”

′ÎMZEKIRINA LIHEVKIRINA SIYASÎ YA LI SÛDANÊ HATE PAŞXISTIN′

Rojnameya El Beyan jî li ser rewşa Sûdanê wiha nivîsî: "Hevbendiya Hêzên Azadî û Guhartinê ya Sûdanê duh bi daxuyaniyekê got merasîma îmzekirina lihevkirina siyasî ya avakirina hikumeta sivîl ku welat bi rê ve bibe û ber bi hilbijartinan ve biçe, hate paşxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin nîqaşên li ser jinûve sazûmankirina artêşê bi erênî derbas bûn, lê bi dawî nebûn, ji lew re îmzekirina lihevkirinê hate paşxistin. Dihat payîn di 1′ê Nîsanê de ev lihevkirin bihata îmzekirin.

Di vê hefteyê de li ser soza tevlêkirina Hêzên Piştgiriya Lezgîn di artêşê de, nakokî derketin. Ew jî gavek bû ku Lihevkirina Çarçoveyê di Kanûnê de banga pêkanîna wê kiribû da ku qonaxa nû dest pê bike."

(fr/c)