​​​​​​​Malbatên şehîdan: Bila sîxurên ku gerîla Harûn radest kirine bên cezakirin

Meclisên malbatên şehîdan ên herêma Cizîrê û Helebê radestkirina gerîlayê HPG`ê Harûn Elbak ji dewleta Tirk a dagirker re, şermezar kir û xwest hesab ji sîxuran bê pirsîn.

​​​​​​​Malbatên şehîdan: Bila sîxurên ku gerîla Harûn radest kirine bên cezakirin
​​​​​​​Malbatên şehîdan: Bila sîxurên ku gerîla Harûn radest kirine bên cezakirin
​​​​​​​Malbatên şehîdan: Bila sîxurên ku gerîla Harûn radest kirine bên cezakirin
​​​​​​​Malbatên şehîdan: Bila sîxurên ku gerîla Harûn radest kirine bên cezakirin
​​​​​​​Malbatên şehîdan: Bila sîxurên ku gerîla Harûn radest kirine bên cezakirin
​​​​​​​Malbatên şehîdan: Bila sîxurên ku gerîla Harûn radest kirine bên cezakirin
​​​​​​​Malbatên şehîdan: Bila sîxurên ku gerîla Harûn radest kirine bên cezakirin
​​​​​​​Malbatên şehîdan: Bila sîxurên ku gerîla Harûn radest kirine bên cezakirin
3 nîsan, 2023   11:17
QAMIŞLO

Meclisên malbatên şehîdan li bajarê Qamişlo û navçeyên Tirbespiyê, Girkê Legê, Çilaxa, Til Hemîs, Til Birak û Kampa Serêkaniyê ya kantona Hesekê daxuyaniyeke hevpar da

Di destpêka daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Di pêvajoyên têkoşîn û berxwedana li Kurdistanê de her tim ajanan hewl daye ku bandorê li têkoşîna şoreşger û berxwedêran bikin û alîkariya dijmin kirine. Ev yek bûye sedem ku zirarên mezin ên madî û manewî bigihêjin gelê me.”

Di dewama daxuyaniyê de radestkirina gerîlayê HPG`ê Selîm Adiyaman (Harûn Elbek) ji dewleta Tirk a dagirker re hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku gerîla Harûn tevahî jiyana xwe xist xizmeta parastina rûmet û azadiya gelê xwe û bang li gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê hat kirin ku ajanan ceza bikin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Wek welatparêz û malbatên şehîdan, em ê xeta xiyanetê têk bibin, dê hevrêyên Harûn ji bo rûmeta me hemûyan tolê hilînin.”

HELEB

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî bi dehan endamên saziyên sivîl, partî, meclis û komînan kom bûn û tev li dayînê daxuyaniyê bûn. Endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Delal Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em vê îxanet û sûcê qirêj ê li djiî heval Harûn û gelê Kurd şermezar dikin. Em ê heta dawiyê xeta şehîdên xwe bişopînin, em ê tola gerîla û şehîdên xwe hilînin.”

Daxuyanî bi dirûşmên mîna “Bimire îxanet” bi dawî bû.

(şx/c)

ANHA