​​​​​​​PYD: Rojbûna Rêber Ocalan ji bo gelan û mirovahiyê vejîn e

PYD`ê diyar kir ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ne tenê rojbûna azadiya gelê Kurd û rizgariya jinan e, lê belê ji bo tevahî gelan û mirovahiyê vejîn e.

​​​​​​​PYD: Rojbûna Rêber Ocalan ji bo gelan û mirovahiyê vejîn e
3 nîsan, 2023   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi minasebeta 4`ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li tevahî gelên azadîxwaz, bi taybet li gelê Kurd û tevahî jinên şoreşger hat pîrozkirin û wiha dom kir: “Em îsal 4`ê Nîsanê di demekê de ku têkoşîna azadiyê ya gelan û berxwedana gerîla gihaştiye lûtkeyê û faşîzma Tirkiyeyê gihandiye ber hilweşînê, pêşwazî dikin. Fikr û felsefeya ku xwestin bi Komploya Navneteweyî tune bike, niha li seranserê cîhanê belav dibe.”

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rola Rêber Abdullah Ocalan di vê sedsalê de pê radibe, ji rola wan kesên ku hêviyên gelan temsîl kirin ên mîna pêxember û ewliyayan, ne cuda ye û hat gotin: “Ji ber ku Rêber Ocalan bi fikr, felsefe û têkoşîna xwe nirxên mirovî, fikrî, çandî û civakî diparêze. Berê civakê dide ser rêya edalet, wekhevî, azadî û demokrasiyê.”

Hate gotin rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ne tenê rojbûna azadiya gelê Kurd û rizgariya jinan e, lê belê jki bo tevahî gelan û mirovahiyê vejîn e û wiha dewam kir: “Pêşdîtinên Rêbertî ji siberojê re hişt ku ji bo tevahî pirsgirkên Rojhilata Navîn û di nav de pirsgirêka jinê, çareyan bibîne. Rêbertî xwediyê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ye ku îro li seranserê cîhanê deng vedaye. Fikrê Rêbertî dikeve xizmeta tevahî cîhanê, projeya ku vî fikr û îdeolojiya rizgariyê li Rojavay û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tesmîl dike, bala tevahî cîhanê kişandiye. “

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, yek ji armanc û pîvanên wan ên stratejîk e û soza bilindkirina têkoşîna ji bo pêkanîna wê armancê hat nûkirin.

(c)