Bîlançoya mehekê ya êrişên dijî kantona Efrîn û Şehbayê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Adarê de 6 gundên kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kirin.

Bîlançoya mehekê ya êrişên dijî kantona Efrîn û Şehbayê
2 nîsan, 2023   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Gundên li navçeyên Şêrawa û Şera yên Efrînê û herêma Şehbayê yên hatin topbarankirin ev in; “Gundê Mezin, Xirab Şems, Birc Qas, Meyasê, Merenaz, Eyn Deqnê.”

Li gorî hatî tespîtkirin 18 guleyên obîsan li deverên navborî ketine.

Balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker bênavber li asîmanê herêmê digeriyan.

(c)

ANHA