Kongra Star: Gavên şikandina sîstema Îmraliyê biavêjin

Kongra Star 4`ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û diyar kir, “Li  dijî tecrîda mutleq em ê berxwedan û têkoşînek bênavber bidin meşandin, em ê sîstema Îmraliyê ya li eniya ‎mirovahiyê şerme e bişikînin‎."

Kongra Star: Gavên şikandina sîstema Îmraliyê biavêjin
2 nîsan, 2023   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclsia Kongra Star bi boneya 4′ê Nîsanê ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e daxuyaniyek nivîskî weşand.

 Di destpêka daxuyaniyê de berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li dijî pergala îşkenceyê ya Îmraliyê hat silavkirin û bi minasebeta 4`ê Nîsanê soza şopandina paradîgmaya wî hat nûkirin.

 Di berdewamiya daxuyaniyê de bal li ser nêzîkatiyên CPT`ê li hember tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de hat kişandin û hat gotin: “Ji bo însan ji civakîbûn, dîrok û însanyeta xwe bi dûr bikeve, sîstema Îmralî ya bi polîtîkayên piralî hatî pêşxistin, ji aliyê hêzên navnetewî yên komploger ve her tim tê şopandin û bi polîtîkayên nû ve pêvajoyê digrin dest. Îspata wê ya herî şênber û balkêş, di meha Îlona sala 2022’yan de CPT’î çû Îmraliyê, tevî îsrar û hewldanên raya giştî û yên Rêber Apo, çi daxuyanî nedan. 

 Baldariyekî taybet li ser agahiyên der heqê girtiyan, kar û xebatên wan ên civakî û peywndiyên wan ên ji cîhana der ve de, hatiye çêkirin. Lê belê wan ne raya giştî ne jî gumanên me dane derbaskirin. Di ser de jî li gorî rapora CPT’yê, ziyareta Îmralî ne di bernameya wê de bû, anko serdanekî taybet bû, tevî wê jî ne piştî serdanê ne jî di rapora xwe ya fermî de cih nedan vê rewşê û ne nirxandin, ev jî bi me re gelek şik û gumanên mezin ava dike. Ev perçikandina hemû huqûqa navneteweyî, exlaq û wîjdana wê ye.  Ev politikayên komplogerên navneteweyî, di kesayeta Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn  pêşxistîn; înkara mîsyon û nasnameya Rêber Apo ya bûyî malê civak û mirovahiyê, tirsa ji hêz, bandor û Rêbertiya wî ye.”

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di herdu salên dawiyê de li Îmraliyê hevdîtinek herî biçûk jî çênebûye û ji Rêber Abdullah Ocalan û hersê girtiyên pê re tu agahî nîn in û wiha dom kir: “Li gorî hevpeymana mafên mirovan a Ewropa û hiqûqa navneteweyî,  tevî mafên Rêbertî û girtiyên din ên li Îmraliyê heye ku bi parêzer û malbatê re hevdîtinan çêbikin jî, lê Di 2 salên dawiyê de, hevdîtina CPT’yê ya di Îlona sala 2022’yan de hatî kirin a destpêkê ye, tê zanîn û bi raya giştî re hatiye parvekirin. Tevî hin nîqaşên wekî Rêber Apo derneketiye hevdîtinê û hevdîtin çênebûye pêşketin jî, lê belê di 6 mehên derbasbûyî de CPT’yê daxuyaniyekî ku wîjdana raya giştî rehet bike nedaye.  Ev jî rewşekî bi tamamî li dijî misyona CPT’iê ya 'li dijî îşkence û astengkirina wê ye' û bê hiqûqî ye. Di raporê de tenê dibêjin Îmralî hatiye ziyaretkirin, lê qala çavdêrî û pêşbîniyên xwe nakin, ev jî îspata wê ye ku CPT’yê jî parçeyekî pêşxistina sîstema îşkence û tecrîda li  Îmralî ye.”

Kongra Star ji bo şikandina tecrîda mutlaq ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên şoreşger ên li Îmraliyê , bang li jin, ciwan, dost û raya giştî ya demokratîk kir li dijî rapora CPT’yê çalekiyên demokratîk ên ku zextê çêbikin pêş bixin û diyar kir, “Li dijî vê bê hiqûqiyê, bi rêyên hiqûqî, çalakiyên dermokratîk, ragihandin û weşanan re li ser pêyan bin, şiyarbûn zêde were pêşxistin û em CPT’yê û saziyên peywendîdar ên li Ewropayê neçar bikin, gavên şikandina sîstema Îmraliyê biavêjin. Hemû kes, jinên têkoşînvan, jinên hiqûqnas, saziyên hiqûqî û di destpêkê de gelê me yên li Ewropa dijîn û dostên me, em bangawaziya protestokirina vê helwesta CPT’yê dikin, ji bo valederxistina vê em bangawazî dikin ku hewldanên wan ên demokratîk pêş bikevin. Li dijî tecrîda li Îmralî  ya mutlaq û bê navber, em ê berxwedan û têkoşînek mûtlaq û bênavber bidin meşandin, em ê sîstema Îmraliyê ya li eniya mirovahiyê şerme e bişikînin."   

(fr/c)