Di êrişa Îsraîlê de leşkerekî din ê Îranê hat kuştin

Hat ragihandin ku di êrişa Îsraîlê ya li derdora Şamê de leşkerekî din ê Pasdarên Îranê hatiye kuştin.

Di êrişa Îsraîlê de leşkerekî din ê Îranê hat kuştin
2 nîsan, 2023   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Îranê ragihand ku di êrişa hewayî ya Îsraîlê ya nêzî paytexta Sûriye Şamê de, şêwirmendekî leşkerî yê Pasdarên Îranê hatiye kuştin.

Li gorî ajansa Mehr a Îranê, di êrişa Îsraîlê ya berbagna înê de Mîqdad Medanî birîndar bûye, piştre jiyana xwe ji dest daye.

Ajansa Tesnîm a Îranê jî ku agahiyên xwe spartin Têkiliyên Giştî yên Pasdarê Îranê roja înê ragihandibû ku di êrişa Îsraîlê de, ji şêwirmend û efserên Pasdarên Îranê Reşîd Îslam li derdora Şamê hatiye kuştin.

Pasdarên Îranê piştî êrişê daxuyanî dabû û soz dabû ku dê êrişa Îsraîlê bê bersiv nehêle.

(şx/c)