‘Berxwedana Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê berxwedana herî bi xurt e’

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin.

‘Berxwedana Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê berxwedana herî bi xurt e’
2 nîsan, 2023   07:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ya li ser bidawîbûna dema ji dewleta Tirk re hatiye diyarkirin, bertekên beşên civakê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin.

Girêdayî mijarê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Helebê Canxweş Silêman wiha got: "Li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye û ew di girtîgehê de li ber xwe dide. Ji lew re berxwedana herî xurt berxwedana li girtîgeha Îmraliyê ye."

Silêman wiha domand: "Em fikrê xwe ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan digirin û pêşeroja me bi azadiya wî ya fîzîkî ve girêdayî ye. Rêber Abdullah Ocalan got me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser bikevin."

Canxweş Silêman di dawiyê de got: "Em ciwanên Helebê bi rêya perwerdeya bîrdozanî em ê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê, nexasim di nava ciwanan de belav bikin."

Li aliyekî din jî endamê Tevgera Ciwanan Şoreşger a Sûriyeyê Mihemed Elî wiha got: "Dê ciwanên Helebê li qadan bin û tiştên ji wan werin xwestin bikin û dê her tim bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi ser bikevin."

Endama rêveber a Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Peyman Elûş da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker zindîkirina Osmaniyan e, ji lew re sûcên hovane li dijî Rêber Ocalan pêk tîne û wiha got: "Dewleta Tirk projeya demokratîk a bi nûnertiya Rêveberiya Xweser dijmin dibîne. Ji ber ku ev proje ji aliyê Rêbertî ve hatiye pêşkêşkirin.”

Peyman bêdengiya rêxistinên îdia dikin ku hiqûqî ne, li hember tecrîda li dijî Rêber Ocalan bê deng in, şermezar kir û got ew di tecrîd û komployê de şirîkê dewleta Tirk in.

Hevserokê Meclisa kantona Kobanê Leyla Ehmed jî got: "Jin bindest bûn, Rêber Ocalan derket û bi fikrê xwe yê azad jin ji pencê desthilatê rizgar kirin. Ji lew re, divê em jin deynê xwe bidin û tecrîdê bi dawî bikin û ji zîhniyeta baviksalar re bêjin em ne wekî berê ne."

Leyla bang li jinên Rojhilata Navîn kir ku tev bigerin û dengê xwe li hember desthilatan bilind bikin û têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bilind bikin.

Welatiyê bi navê Arif Bekir ê ji Efrînê bêdengiya rêxistinên mirovî û ya CPT'yê ya li hember ‎binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Em ê di hemû ‎qadan de tê bikoşin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin û li ‎hemberî armancên hêzên dijberî demokrasî û azadiya gelan bisekinin."‎

Ehmed El Hesen welatiyê yê ji Şehbayê jî, tecrîd şermezar kir û bang li CPT’yê kir ku ‎agahiyekî ji Rêber Ocalan bê dayîn. ‎

Her wiha Nûra Elî ya ji Şehbayê jî tecrîd şermezar kir û got: “Agahî ji Rêber Apo nayên ‎wergirtin, Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jin ji fikrên koletiyê rizgar bûn. Em ê têkoşînê ‎geş bikin heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo.”

Henîfe Xoce diyar kir ku ji 25ʹê Adara 2021ʹê ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin ‎û wiha got: “Rêber Apo ne tenê rêberê gelê Kurd e, rêberê tevahî cîhanê ye. Felsefeya Rêber ‎Apo ne ji bo me tenê ye, felsefeya biratiya gelan e. Divê parêzer û malbat bikarin hevdîtinê pê ‎re bikin.”‎

Arif Amo jî got: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî û şikandina tecrîdê çi ji destê me were, em ê ‎bikin. Baweriya me heye ku eger em xwe baş bi rêxistin bikin û bibin yek, em ê vê tecrîdê ‎bişikînin û serokatiya xwe bi awayek fîzîkî azad bikin. Girêdayî vê jî em ê xaka xwe jî azad bikin. ‎Her wiha daxwaza me tenê ku parêzer û malbat serdana Rêber Apo bikin û agahiyek jê bê ‎dayîn. Niha jî dema azadiya Rêber Apo ya fizîkî ye."

Welatiyê bi navê Ednan Kalo yê ji Dirbêsiyê jî got ji ber metirsiya dewleta Tirk ji fikrên Rêber Ocalan nahêle malbat û parêzer pê re bicivin.

Kalo bang li dewletên îdiaya demokrasî, mafên mirovan û girtiyan dikin kir ku bi erkên xwe li hember tiştên li Îmraliyê dibin, rabin.

Her wiha Îmad Dilo jî got CPT xizmetê ji dewleta Tirk a dagirker re dike, li şûna serdana girtiyan bike û rewşên wan eşkere bike, bê deng e û wiha got: "Ji mafên me ye, em rewşa rêberê xwe bizanin. Ji ber azadiya wê azadiya me ye. Divê CPT bi erkên xwe yên sereke bi awayekî eşkere rabe."

Welatiyê bi navê Fatme Keleş jî got armanca dewleta Tirk a dagirker fikrê Rêber Ocalan ê azad û demokrat tune bike, lê nikare, ji ber fikrê wî li tevahî Rojhilata Navîn belav bûye.

Fatme wiha got: "Divê em têkoşîn û berxwedanê bilind bikin, li qadan û medanan bin û li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker serî hildin, da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan misoger bikin."

Her wiha Cemîl Ehmed ê ji Qamişloyê, got dewleta Tirk a dagirker hewl dide Rêber Ocalan bi ‎rêya tecrîdê ji gel bi dûr bixe.‎

Ehmed bang li gelê Kurd kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bilind ‎bikin.‎

Welatiyê bi navê Ebdulhelîm Eko jî bi bîr xist ku tecrîd 25 sal e didome, lê derdorên dibêjin ‎‎"Em mafên mirovan diparêzin" tu deng dernaxin û li cem hêzên hegemon disekinin.‎

Ebudlhelîm Eko diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi tecrîd, astengkirina hevdîtinên bi ‎Rêber Abdullah Ocalan re dixwaze gelê Kurd qir bike û plana xwe li Rojhilata Navîn pêk ‎bîne.‎ Eko got di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de tê xwestin gel û tevgera azadiyê bê ‎tunekerin.‎

Dewleta Tirk ji 2 salan ve tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û nahêle ne parêzer ne jî malbat bibînin.

Hevdîtina dawîn a parêzeran pêk aniye, di 7′ê Tebaxa 2019′an de bû, ji wê demê ve dewleta Tirk bi hinceta cezayên dîsiplînê nahêle kes pê re hevdîtinê bike.

Têkiliya herî dawî ya malbatê jî, di 25′ê Adara 2021′ê de bû, dema birayê Rêber Ocalan, Mehmet Ocalan 5 deqeyan bi telefonê pê re axivî û dûre qut kirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/k56eIJEUoyI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/j4oaWuFwmHc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Af4aRwoP7Ic" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CMOhZuF1bQg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>